27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komagene

Komagene eşîrek kurdan e. Şaristaniya Komageneyê navê xwe ji vê eşîrê girtiye. Berî zayînê di sala 168’an de hatiye avakirin. Paytextê wan jî Samosat bû. Em îro jê re dibêjin Samsat. Samsat navçeya Semsûrê ye. Piştî belavbûna Împaratoriya Medya şaristaniya herî girîng a kurdan e.

Navê wan ji gotinên ‘kom’ û ‘gel’ pêk tê. Ev her du peyv tên cem hev û dibe Koma-gel. Bi demê re guherî ye û bûye Komagene.

Li ser ala wan du teyrên baz hene. Pişta teyran li hev e lê serê xwe zivirandine û li rûyê hev dinêrin. Di navbera her du teyrên baz de roj heye. Her wiha heman sembol li ser pereyê wan jî heye.

Di gelek tabletên şaristaniyên Rojhilata navîn de navê şaristaniya Komagene derbas dibe. Di tabletan de qala qraltiya Kommûhû tê kirin ku pêşengên Komagene ne.

Weke gelek şaristianiyên kurd ew jî bi êrîşên dewletên hêzdar ên derûdor re rû bir û mane. Di encama van êrîşan de neçar maye ku bacê bide van dewletan.

Navê rêveber an jî qralên wan Nemird(Nemrût) bûye. Ango ‘ne-mir’ û ‘na-mir’. Bi demê re bûye Nemird. Tirkan jî kiriye Nemrût.

Çiyayê Nemrûd navenda qralên kurd ên Komagene bûye. Ev der ji bo merasîm û mîhrîcanan jî hatiye bikar anîn.

Çiyayê Nemrûdê ji Semsûrê 103 km dûr li aliyê rojhelat dikeve. Nêzîkê gundekî Kolikê(Kehtayê) ye. Çiya dikeve aliyê rojavayê çemê Ferat. Li ser vî çiyayî hin peyker û tumulusek ku ji dema dewleta Komageneyê mane hene. Çiya ji zeryayê 2150 m bilind e û 50 m jî bilindahiya gir(tumulus) e. Ev der di lîsteya mîrasa çanda cîhanê de ye û wekî bedewtirîn berhemên cîhanê ya heştemîn tê qebûlkirin.

Li ser çiya peykerên Xweda, Xwedavend û qralên Komagene yên bi navê Nemrûd hene. Her wiha peykerên şêr û teyrên baz jî hene.

Peykerên çiyayê Nemrûdê û gora pîroz di sala 1881’ê de hatiye kifşkirin. Peykerên ku hatine çêkirin ji 2000 salî zêdetir in li vê derê ne; lê hîn jî li piya ne. Ew seriyên ku li erdê ne, ji ser gewdeyên xwe ketine xwarê. Her peykerek tevî gewdeyê xwe nêzîkî 12 metre bilind e.

Qralê wan ê herî bi nav û deng Antîokûsê 1’emîn e.  Peykerên li Nemrûtê ji hêla Antîokos ve hatine çêkirin. Antioqos, heta dawiya temenê xwe li ser çêkirina vê gorê dixebite lê berî ku biqedîne dimire. Hîn jî cihê cenazê wî nehatiye dîtin. Tê texmînkirin ku di hundirê gir de ye lê heta niha tevî ku gelekî lêkolîn hatine kirin jî cenazeyê wî nehatiye dîtinê. Di heman demê de tirba xwe jî li vir çêkiriye.

Antîokûsê 1’yemîn di qeydên hiştî de diyar dike ku wî Nemrûd wêkî wargeha hemû xweda û xwedavendan ava kiriye.

Şaristaniya Komagene di mîmariyê de gelek pêşketiye. Peyker mîna senteza çanda rojava û rojhilat çêkirine. Ev asta hişmendî, çandî, bawerî û siyasî ya serdema Komagene nîşan dide.

Hemû cudahî mîna dewlemendiyê dîtine. Rêz ji xweda û xwedavendên hemû gelan re girtine.

Ev şaristaniya dewlemend piştî hatina Roma ya Anatoliya Navîn nikare hebûna xwe biparêze. Împaratoriya Roma êrîşî Qraltiya Komagene kiriye û piştî zayînê di sala 72’yan de dawî li Komagene anî ye.

Îro ji şaristaniya Komagene gelek berhemên dîrokî mane. Ev di aliyê mîmarî, çandî û hûnerî de gelek nirxbûha ne.

Piştî belavbûna Medan ne tenê Komagene, gelek şaristaniyên din ên kurdan jî hebûne. Lê piraniya wan girêdayî Împaratoriya Ahamenî bûne. Navê van wiha ne: Tîbarane, Fasean, Mardîa, Xaldî, Kortea, Gordyene, Sambatae, Adîabene, Kardû, Medya, Paraetakene, Sofene.

Sasanî û Roman tevahiya van şaristaniyên kurdan bi xwe ve girêdane û ji holê rakirine. Mîna eşîrek û mîrektiyên biçûk hebûna xwe domandine.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê