11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piyase – Çemê Firatê

Di dîrokê de piştî mirovan serdestî li ser hev kiriye, her tim şerê hev dikin. Heta niha bi gelek amûran şer kirine. Şerê di navbera hêzan an jî dewletan de di salên dawî de şikl guherti ye. Êdî şer tenê bi bi fizîkî nayê kirin. Di salên dawî de av jî weke çekekî tê bikaranîn. Dewleta tirk di van çend salên dawî de bi hemû derfetên xwe yên leşkerî û siyasî ji bo dijîtiya gelê kurd bi karanî û hêjî bi kar tîne. Ji bo di vê polîtîkaya xwe ya antî-kurd de jî bi ser bikeve serî li hemû rê û rêbazên qirêj dide. Tirkiye herê dawî li hember gelê kurd ava çemê Firatê wek çek bikartîne.

Di sala 1987’an de di navbera Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê de ji bo ava çemê Firatê hevpeyman hat îmzekirin. Di hevpeymanê de ava ku biherike nav sînorê Iraq û Sûriyeyê hat diyarkirin. Ji wê avê  para Iraqê ji sedî 58 ya Sûriyeyê jî ji sedî 42 ye.Di heman protokolê de hat diyarkirin ku di saniyeyê de 500 metrekabik av biherike xaka Sûriyeyê. Lê ev rêje di rewşa heyî de hatiye 185 metrekupî.

Di 10 salên dawî de aloziya li ser Sûriyeyê zêdetir bû. Niha Tirkiye ava çemê Firatê wekî gefeke mezin li hemberî gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kar tîne. Dewleta Tirkiyeyê ji 27’ê çileyê ve ava Çemê Firatê li ser herêmê qut dike. Qutkirina avê li herêmê dibe sedemên encamên xirab.

Ji ber qutkirina avê li herêma Til Temirê bêhtirî 10 sal in êdî çandiya ku bi rêya ava çem tê kirin, êdî pêk nayê. Ji xeynî çandiniyê qutkirina ava çemê Firatê bû sedema telefbûna zêdetirî nîvê berhemên avî li herêmên hewza Firatê. Her wiha ji ber daketina rêjeya ava çemê Firatê li hundirê xaka Sûriyeyê, saetên elektirîkê jî hatine kêmkirin.

Bi qutkirina ava Çemê Firatê li Kobanê û li Stesyona Elok ve li ser gelê herêmê şerekî psîkolojîk û qirêj tê meşandin.Qutkirina ava çem bandorê li ser elektirîka malan jî dike û elektirîk her diçe kêm dibe. Tê diyarkirin ku li gelek taxên Helebê av û elektirîk qut dibin.

Pompa Til Seminê bi qismî sekinî ye, ev yek jî dibe sedema kêmbûna çandiniyê. Gundên Girê Spî û pompaya ava vexwarinê ya li bajaroka El-Hîşe ku avê digihîne bi dehan gundan, ji qutkirina ava Firatê bandor dibe.Metirsî û xeteriya rewşa li ber çavan e. Qutkirina avê bi qasî ku bandorê li ser şêniyan dike ewqasî jî li ser xwezayê dike. Tevî vê jî bêdengiya hêzên navneteweyî dewam dike.

Bi milyonan kes ji ber polîtîkayên dewleta tirk bi birçîbûnê re rûbirû ne. Tevî ku li gor peymanên navneteweyî yên ku dibêjin ‘dewletên cînar wekhev sûd ji avên çem û rûbarên di nav dewletan de diherikin digirin’ jî dewleta tirk di ya xwe de israr dike.

Di encamê de bi kêmbûna ava Firatê jiyana gelê herêmê di bin xetereyê de ye. Ji niha ve gelek stasyonê ku ava vexwarinê vediguhêzin bajarên wekî Dêrazor, Hesekê, Kobanê, Tebqa û hin deverên din ji ber kêmbûna avê, naxebitin.

Ava çemê Firatê wek çekeke siyasî li dijî rêvebiriya xweser tê bikaranîn. Di encama vê siyaseta qirêj de rêjeya ava ku derbasî Rojava dibe pir kêm bûye. Bi kêmbûna avê re jiyana 4 milyon sivîlên ku li herêma Cizîrê dijîn dikeve bin metirsiyê. Di halê heyî de 83 gund bêav mane û bi hezaran malbat debara xwe bi çandiniyê dikin mexdûr in.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê