6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komara Tirkiyeyê li ser tunekkirina kurdan tê avakirin

Di serê sedsala 20’emîn de bingeha netewe-dewletiyê ya ji aliyê hegemonyaya navneteweyî li tevahiya Rojhilata Navîn wek pergala nûjen hat belavkirin. Ev pergala ku bi tu awayî ne li gor pirengiya Rojhilata Navîn bû; bixwe re gelek komkûjî, tunehesibandin, înkar û asîmîlasyon anî.

Bi zora dewleta kemalîst a li ser bermahiyên dewleta osmaniyan û Îttîhat Terakiyê hat avakirin pirbawerî, pirdengî û pir rengiya heyî di derbekî de rakir û îdeolojiya ‘yek netewe, yek ol, yek millet’ ava kir. Wek tê zanîn ku bingeha vî aqilê yekperest bi peymanên mîna Sykas Pîcotê destpê dike û bi Lozanê digihêjê asta fermî.

Damezirandina netew-dewletê

Damezrandina netewe-dewleta tirk a bi “yek netewe, yek ziman û yek ol” li ser esasê tunekirin, derbiderkirin û biçûkxistina civakên netirk pêş ket. Bandora vê helwesta kolonyal li ser hemû civakên netirk, bi taybetî li ser civaka kurd hat jiyîn.

Dewletên di şerê yekemîn ê cîhanê de bi ser ketin û hikûmeta Komara Tirkiyeyê ya nû ava bû di  navbera xwe de di 24’ê tîrmeha 1923’yan de li bajarê Lozanê yê Swîsreyê Peymana Lozanê îmze kirin. Ji avabûna Tirkiyeyê û vir ve Peymana Sevr a di 10’ê tebaxa 1920’an de hat îmzekirin wek “teslimiyet”, Peymana Lozanê jî wek “serkeftinê” hatin ragihandin.

Peymana Lozanê di şexsê kurdan de li Rojhilata Navîn rê li ber windakirina hevgirtina çandî ya gelan û şikestinek dîrokî  vekir. Îngilîzan di nava xwe de gel dabeş kirin sînor xêzkirin. Bi vê mudaxileyê re feraseta netew-dewletê ket dewrê û siyaseta înkar û îmhaya kurdan dest pê kir. Mirov dikare bêje ku êdî her polîtîkayeke hişmendiya dewleta tirk li ser bêbandorkirina kurdan û tunehesibandina wan bû.

Serhildanên ku pêk hatin

Bêguman li hemberî parçekirina Kurdistanê gelek serhildan jî pêk hatin. Li rojhilatê Kurdistanê, Simkoyê Şikakî û Qedemxêr li dijî Qecerî û Pehlewî rabûn serhildanê lê nikaribûn hevkariya hev bikin.

Li başûrê Kurdistanê Şêx Mehmûdê Berzencî û Şêx Ehmedê Barzanî li dijî siyaseta îngilîzan dest bi şer û xebatê kirin lê wan jî nikaribû hevgirtinekê bi hev re çêbikin.

Li bakurê Kurdistanê jî Şêx Seîdê Pîran û kesên weke Şêx Ebdulqadirê Gîlanî, Dr. Fuad û bi dehan siyasetmedarên din ên kurd zû pêhesiyan ku kemalîst ji hakimên osmanî  xerabtir li dijî hebûna kurd û Kurdistanê tevger bikin, lê di navbera wan bixwe de jî nakokî pir hebûn.

Di sala 1927’an Xoybûn ava bû û nûnerên piraniya civaka kurd beşdar bûn, hêvî mezinbûn ku êdî serhildaneke seranserî hemû erdnigariya Kurdistanê bigire ber xwe. Mixabin hingî jî tevî ku armanca wan yek bû jî haya wan lîderên naskirî ji hev tune bû.

Fikrê nijadperestiyê

Ji bo gelê kurd û yek ji polîtîkayên xerabker yê pêvajoyê jî makeqanûna sala 1924’an bû. Bi her awayî berovajî makeqanûna sala 1921’î bû. Hişmendiya kadroyên Cemiyeta İttihat û Terakiyê ku fikrê yekperestiya tirk diparistin û pêşxistin; bi makeqanûna 1924’an xistin fermiyetê. Her wiha fikrê netewe-dewletiyê bi vê qanûnê îlan dikin.

Makeqanûna 1924’an bi her xal û madeyên xwe makeqanûneke tund bû; Ji ber ku di tu madeyan de navê kurd û gelên din derbas nedibû. Li gor vê qanûnê kesên li ser axa Tirkiyeyê dijîn hemû tirk bûn û tenê zimanek, çandek, dîrokeke wan hebû ew jî ziman, çand û dîroka tirkan bû. Di her serê madeyekî de peyva ‘tirk’ derbas dibû. Ew gelên ku bi hev re li ber xwe dabûn, tev tune hatin hesibandin. Di vê qanûnê de hemwelatiya heyî li ser nîjadperestiyê hat avakirin.

Bi kurtasî makeqanûna 1924’an bi her awayî fikrê netewe-dewletiyê bi cih dike û li ser nîjadperestiyê tê bi cihkirin. Êdî sedsalek li ser vê bingeha nijadperestiyê ava dibe û kurd, ermen, suryan û bi dehan gelên din ji aliyê vê hişmendiya yekperest ve tên kuştin û asîmîlekirin.

Îlankirin, Plana Islahatê ya Şarqê

Li ser vê tunehesibandina kurdan û sozên nehatî cih, hema bêjin li her bajarekî bakurê Kurdistanê serîhildanek çêbû û di pêşengtiya Şêx Seîd daw û doza mafên kurdan ên bingehîn kirin. Lê dewleta tirk li hemberî vê yekê dest bi qanûn û planên mina Islihata Şarqê, Tekrîrî Sûkun û dadgehên Îstîklalê kirin.

Yek ji plana herî qirêj ku bajarên Kurdistanê rewşa awarte jî tê îlankirin, Plana Islahatê ya Şarqê ye. Plana ku ji 27 madeyan pêk dihat rewşa awarte ya li bajarên Kurdistanê ji sala 1925’an heta sala 2002’yan berdewam dike.

Sirgûnkirina kurdan

Ji Takrîrî Sûkûnê heta dadgehên bi navê Îstîklalê Şêx Seîd jî di nav de bi deh hezaran kurd hatin kuştin û îdamkirin. Di komkujiya Dêrsimê de ji 50 hezarî zêdetir kurd hatin kuştin. Bi Plana Islahatê êdî sirgûnkirinên komî destpêkirin û bi qanûn û biryarnameyên veşartî di salên pêş de jî ev rewş berdewam kir. Ber bi salên 50, 60, 70, 80 û 90’î ve gelê kurd bi sirgûnkirineke berfireh re rû bi rû man.

Şiyarbûna kurdan

Bi plan, dadgeh, îdam û komkujiyan ji sala 1925’an heta salên 1950’î kurd hatibûn bêdengkirin. Ciwanên kurd ên ku li metrepolên Tirkiyeyê di zanîngehan de bûn; pêşî di bin sîwana rêxistina çepgiriya tirk de piştre jî bi navê Komeleya Rojhilat a Çandî ya Şoreşgeran (DDKO) dihatin gel hev.

Bi dengekî qels be jî ew dengê kurdan ê ku hatibû qutkirin careke din bilind dibû û hêdî hêdî careke din bal dikişandin ser mafên kurdan. Ev tevgera ku ‘mîna embriyoya ji nû ve şiyarkirin’ ê jî tê pênasekirin, ji gelek rewşenbîrên kurd ên mîna Mûsa Anter, Sait Kirmizitoprak û  Şeraffetin Elçî jî di nav de bû, pêk dihat.

Di sala 1958’an de li Iraqê general Qasim li hember malbata qraliyetê darbeyê dike û di vê darbeyê de kurdên başûrê Kurdistanê aliyê general Qasim digrin û gelek çalakî û pevçûn jî pêk tên. Di van çalakiyan de tirkmenekî jî jiyana xwe ji dest dide. Li ser vê bûyerê li meclisa Tirkiyeyê wekilê CHP Asim Eren ji hikûmeta Demokrat Partiyê re dibêje ku divê li hemberî kuştina tirkmenekî em jî kurdan bikûjin! 104 rewşenbîrên kurd ji bo vê gotin û sekna Asim Eren protesto bikin nameyeke bênav dinivîsîn û dişinin meclisê. Di 17’ê kanûna 1959’an de rewşenbîrên kurd ên li Ankara û Stenbolê bûn 40 kes tên binçavkirin. Piştre di sala 1961’î de hejmara wan dibe 49.

Rewşenbîrên kurd êdî  ji aliyê dewleta yekperest a tirk ve tên darizandin û di dîrokê de ev bûyer wek ‘Doza 49’an’ tê zanîn. Bi vê ‘Bûyera 49’an’ hikûmeta Demokrat Partiya Menderes hem navbera xwe û artêşa Tirkiyeyê hewldide sererast bike hem jî bi navê desthilatdariya ku ‘nahêle komunist çavê xwe vekin’ bikeve çavê DYA’yê.

Di vê pêvajoya ku doza 49’an berdewam dikir de darbeya 27’ê gulanê pêk tê û zilm û zordariya li ser kurd û bakûrê Kurdistana zêdetir dibe. Demek şûn de gelek kesên ku îmza dabûn yên mîna Kemal Burkay paş de gav avêtin û bi dewletê re ketin nav têkiliyan.

Bingeha avabûna xebatan

Êdî ber bi salên 70’î ve li Zanîngeha Ankarayê bingeha berxwedaneke ku dê bi dehan salan berdewam bike destpê dike. Bi darbeya 27’ê gulanê ya sala 1960’î qaşo piçek mafên mirovan ên heyî jî bi Muxtireya 12’ê adara sala 1971’î re bi dawî dibe. Çewisandin û polîtîkayên zilm û zordariyê yên li ser kurdan ji dema piştî plana Islahatê ya Şerqê xerabtir bûbû.

Di vê pêvajoyê de di serê sala 1970’î de ciwanekî kurd ku dê nav û felsefeya wî li cîhanê belav bibe, ji Xalfetiya Rihayê berê xwe dide zanîngeha Hiqûqê ya Stenbolê. Abdullah Ocalan bi sekn û fikrên xwe di demeke kurt de navê xwe belav dike;  Di çerçoveya meselaya kurd de bi derdora DDKO’yê û pêşengê herika 68’an re tê gel hev. Bi taybetî ji fikrên Mahîr Çayan ên li ser meseleya kurd bandor digire û li ser vê yekê dev ji beşa hiqûqê berdide, di sala 1971’î de berê xwe dide beşa Siyasalê ya Zanîngeha Ankarayê.

Abdullah Ocalan ji ber kuştina Mahîr Çayan û hevalên wî yên li Qizildereyê, li hewşa Beşa Siyasalê pêşengtiya çalakiyan dike û piştre tê binçavkirin û 7 mehan girtî dimîne. Dema ku ji girtîgehê dertê wek qevza yekem dest bi xebatên siyasî dike û hewl dide tevger û rêxistinên çepgir û sosyalist di bin banekî de bîne gel hev. Di sala 1973’an de bi teza ‘Kurdistan mêtingeriyeke’ re cara yekem li Baraja Çubukê ya Ankarayê civîna xwe yekem pêk tîne. Wek komeke îdeolojîk û polîtîk di navbera salên 1974-75’an de bi ADYOD dest bi xebatên xwe kir.

Avabûna Partiya Karkerên Kurdistanê

Di 26-27’ê sala 1978’an de li gundê Fîsê yê Amedê bi beşdarbûna 23 APOciyan Kongreya yekem a damezrandinê pêk hat. Partiya Karkerên Kurdistanê hat avakirinê û di vê Kongreyê de Abdullah Ocalan bû sekretere giştî.  Ew roj ev roj e; PKK bûye yek ji rêya gelê kurd û tevahiya gelên bindest a azadiyê.

Piştî damezrandina PKK’ê mehek şûn de dewletê li Mereş, Meletî, Dîlok û Xarpetê qirkirin pêk anîn û li her bajarekî Bakur rewşa awarte îlan kirin, binçavkirin û girtin dan destpêkirin. Li ser vê yekê Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 1979’an de ji Sûrûcê derbasî Kobanê bû.