26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn

Di hin deverên dîrokê de bêguman gelek kêlî û bûyerên nirxbûha hene lê bandora bûyerên bi vî rengî di wê kêliyê de zêde nehatine ferqkirin. Yek ji van jî ew e ku di nav keftûlefta şerê qirêj ê li ser axa Rojhilata Navîn avakirina konferanseke jinan pêk hat. Rojhilata Navîn… cihê ku mirovahiyê cara yekem jiyan lê ava kirî, erdnîgariya ku dayikên xwedavend tovê jiyaneke bi nirx lê çandin; lê mixabin pişt re ji destê wan hat dizîn. Belê li ser vê axa qedîm bi pêşengtiya jinên kurd cara yekem hemû jinên Rojhilata Navîn, jinên ji Afrîka, Hindistan û Ewropayê hatin gel hev, qala rê û rêbazên berxwedana jinan kirin… Li hember panteona (meclis) xwedayên serdest; jinên rojhilatî banga yekitiyê li xwedawendên hemdemî kirin. Belê temaşevanên hêja Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn cara yekem bi banga Rêberê PKK’ê Abdallah Ocalan bi armanca dengê jinên rojhilatî bilindtir bibe, pêk hatibû.

Di 1’ê hezîrana 2013’an de bi pêşengtiya jinên kurd konferansa yekem hat lidarxistin. li cihê ku mirovahiyê bingeha şaristaniyê ava kirî, li cihê ku jinan bingeha jiyaneke wekhev ava kirî, jinên Rojhilata Navîn hatin gel hev. Jinên ku ji her welatekî Rojhilata Navîn, li paytexta Kurdistanê Amedê kombûbûn bi navê Konferansa Jinan a Rojhiata Navîn civînek li dar xistin. Ev dîrok ji hêla kombûyîna jinan ve dîrokeke girîng e. Ew cara yekem bû ku jinên siyasetmedar, nivîskar, aktivîst, berxwedêr, rewşenbîr, anarşîst û hwd. hatin gel hev. Jinan astengî, pirsgirêk û tunehesibandinên li hemberî xwe nîqaş dikirin, sedemên binkeftina jinan a dîrokî nîqaş dikirin Yanî wan li cihê ku winda kirî, îxanet li wan hat kirin; li rastiya xwe digeriyan, hişmendiya baviksalar teşhîr dikirin û hesap dipirsîn. Rexneya herî balkêş a di konferansa yekem de hat kirin ew bû; jinên li ser erdnigariya Rojhilata Navîn banga destbidin hevûdu, tim bi dengekî lewaz dikirin. Lê belê di vê konferansê de hemû jinan bi hev re dengê xwe bilind kirin, Jinên li Rojhilata Navîn bi awayek rêk û pêk tecrûbeyên xwe bi hevûdû re parve kirin. Ew êdî ferq dikirin ku hewceye ew bibin yek û li hember pergala serdestiyê encex bi vê yekitiyê dikarin bi ser bikevin. Li ser her derê cîhanê barê jinan giran e û jin bi heman pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Lê belê pirsgirêkên jinên li Rojhilata Navîn zêdetir dişibin hev. Konferansa Jinan a Yekem li ser vî esasî sekinî. Aliyê herî girîng ê konferansa yekem ew bû ku jin di çarçoveya pirsgirêkên hevpar de hatin ba hev. Konferansa yekem bi slogana ‘jin, jiyan, azadî’ li ser navê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku ji bo berxwedana jinan tim di nav liv û tevgerekê de bûn, pêk hat. Jinên ku ji 23’ê welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê, ji welatên Afrîkaya Başûr, Hindistan û Pakistanê tev li konferansa yekem a li paytexta Kurdistanê, bûyî bi coşeke mezin berxwedana jinên kurd silav dikirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê