26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kongreya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî a duyemîn dest pê kir

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 2’emîn Kongreya Gel a Wargehê bi beşdariya 450 delegeyî dest pê kir. Kongreyê bi diruşmeya ‘Bi ruhê berxwedana Werxelê, têkoşînê bilind bikin, statuya Kurdistanê û azadiya Rêber Apo ya fizîkî mîsoger bikin’ dest pê kir. Li salonê dowîzên “Sîstema Konfederalîzma Demokratîk, xwe dispêre komîn û Meclîsan, ev jî sîstema xwe Rêveberiya netewa demokratik pêktîne”, “Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşîne û Kurdistanê azadbike”, “Emê bi têkoşîna jinên penaber faşîzmê têk bibin û bi Rêber APO re azad jiyan bikin” û “Ciwan wê bi geşkirina şerê gelê şoreşgerî, azadiya fizîkî ya Rêber Apo mîsoger bike” û wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, kesên li Werxelê û wargehê jiyana xwe ji dest dane hate vekirin.

Kongre bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk Hecî Kaçan axivî. Kaçan di destpêkê kongreyê de bal kişand ser êrîşên li dijî Mexmûrê û got: “Ji beriya her tiştî em sala nû, bi hêviya azadiya Rêber Apo, li we hemûyan pîroz dikin. Em di heyva çileyê de ne û em bi vê boneyê  di kesayeta şehîd Sara de, tevahî şehîdên Kurdistanê bibîr tînin û emê heta dawî li ser rêya wan bimeşin. Me gelek zorî û zehmetî kişandine. Lê em bi saya şehîdên xwe niha gihiştine qonaxekî nû. Di pêvajoyên borî de, ji bo ku fikir û felseya Rêber Apo bi ser nekeve, dijmin bi hemû hêzên xwe xwestin me tûne bikin. Di van du salên borî de, dijminên faşîst û dûvikên wan ên weke PDK, xwestin têkoşîna azadiyê binbixin. Tecrîda li ser Rêber Apo her ku çû zêdetir kirin û niha tecrîd hatiye di lûtkeya herî jor de. Li çiyayên azad, kimyasal bikaranîn û xwestin gelê kurd bê parastvan bihêlin. Şer û berxwedaniya ku niha li çiyayên azad tê meşandin, ti mînakên wê di cîhanê de nînin. Heta ku ev paradigmaya Rêber Apo hebe wê tu caran gelê kurd winda neke.”

Piştî axaftina vekirinê, dîwana kongreyê hat hilbijartin û kongre bi xwendina raporan didome.