26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kulîlkên Kurdistanê: Sakîne, Leyla û Fîdan

Gelek caran em ji bîr dikin ji xwe pirs bikin! Gelo ez kî me, ji kê derê hatime, li ku me û çi me? Berî her tiştî ji bona em bikaribin bibin xwediyê wateya jiyan, armanc û xeyalên ku em dijîn û bersiva van pirsan rast bidin, Mirovê Azad pirsa ‘Jin kî ye’ kir. Me Gelekan zêde wate neda vê pirsê û bi dirêjahiya salan re hat jibîrkirin. Lê piştre me fêm kir ku ev pirs di salên 80’yî de hatiye kirin û bersiva wê jî jinekê da ye. Jina ku di rastiya şoreş û wijdanî de biryara exlaqê heqîqetê da ye, xwe pir zelal û vekirî di bersiva vê pirsê de pênase kiriye.
Her kesayetek di xweavakirinê de hinek bingehan esas digre. Hinek kesên bê wate jî li ber bayê felekê dihejin û difirin, ne diyar e dê li ku dakevin. An jî heta dakevin dê çiqas xwebimînin ew jî ne diyar e.

Jixwe di jiyan û serpêhatiya mirovahiyê de serdem, roj û kêliyên avabûnê hene. Ew dem di jiyana civak û mirovan de dibin dem, roj û kêliyên guhertinên mezin ku mirov dikare jê re bibêje, kêliyên qederguhertinê. Ango teqînîn, guhertin û avabûna hêviyên mezin. Jixwe jiyan tiştek wisa ye, ger mirov ne xwedî hêviya jiyaneke baştir û xweşiktir a siberojê be, nikare êş, zilm û zehmetiyên îro derbas û tehemûl bike. Lewre hêvî xwarina bingehîn a giyana têkoşerên azadiyê ye. Ji ber vê Mirovê Azad got; ‘hêvî ji serkeftinê bi rûmetir e’. Em hemû mirov xwedî hin meraqên hevpar in ku dixwazin xwe bigihînin sira wê. Ew jî kêliyên avabûnên mezin in. Kêliyên avabûna hebûnên ku wateyê didin jiyana me ne. Ev meraqên me hin jê wiha ne. Çêbûna gerdûnê, pêve girêdayî çêbûn û hebûna cîhanê, roj, hîv û hemû gerestêrkên asîmanî. Dîsa mirov bi xwe gerdûneke biçûk a/ê ku di gelek waran de divê hîn were keşifkirin. Hestên wek evîn, hez, bawerî, xweşikî, başî, azadî û hwd. Ji bo me zindiyên xwedî temeneke bisînor cihê meraqên mezin in.

Di dîroka Tevgera Azadiyê de, hevrêyên me yên şehîd, ji bo ku tevger û azadiya gelê kurd careke din vegere ser van axan, canê xwe bêdudilî feda kirin û bûn pêşengên jiyanê. Heger ew hevalên şehîd bi wê fedekariyê nêzîkî deman nebûbûyana, dê têkoşîna gelê kurd jî negihîştibûna wê astê ku bibin xwedî jiyaneke mayînde û biwate.
Kîjan peyv dikare tiştên ku em dibihîzin û dibînin ragihîne? Rastiya şer tenê ji hêla kesên ku dizanin û yên ku sax mane, dibin dengê meseleyê. Destkeftiya herî bi hêz a Tevgera Azadîyê hilweşîna agahdariya dorpêçkirî ye. Pêşketinên berfirehtir û agahiyên bûyerên li Kurdistanê derfetek avakir kir; perdeya propagandaya dij-kurd hilweşand; ji bo çêkirina wêneyekî derewîn û neyînî bê sererastkirin; ji bo rastkirina neheqiya dîrokî şer dikin, hêzên heq û heqîqetê ne. Bêguman vê yekê mekanîzmayên ji nûve fikrandina hemî pergalên civakî destnîşan kir. Di lêkolînên zanistî, hunerî û di çalakiyên rêxistinên giştî û siyasî de û hwd.

Mirovê Azad bi gotina ‘‘Cudahiya bingehîn a ku me ji hemû tevgerên din vediqetîne; ew jiyana xwe di ser îdeolojiyên ku avakirine re dijîn, em jî bîrdoziya xwe li ser jiyana heyî ava dikin.’’ Gotina rêbertî bi rastî felsefeya jiyanê ya Tevgera Azadiyê bi zelalî danî holê. Di bingeha jiyana me de jî nirxên bingehîn ên ku şehîdan afirandine hene. Tevgera Azadiyê partiya şehîdan e. Belkî jî bi qasî di dîroka tu tevgerê de nayê dîtin, di dîroka partiyê de, di wateya bilindbûnê de em xwedî diyardeyeke şehîdan in. Îro yên ku rêya me ronî dikin û nirxên afirandine; dihêlin ku em xwe bikin xelek li dora têkoşîna xwe.

Rastfêmkirina diyardeya şehîd, bi hişmendiya kûr a vê rastiyê, bi qasî rast nirxandina rabirdûyê, tê wateya li ser bingehên saxlem ên pêkanîna avakirina dahatûyê jî. Mirov bikaribe wateya vê rastiyê bi hemû aliyên wê fêm bike; tê wê wateyê ku pêşketina têkoşîna me ya jiyana azad a ku îro girseyîbûye jî mirov baştir têdigihîje. Bi vekirina pêşiya rizgarbûna civakî, avakirina şexsiyeteke şoreşger a bi her aliyên xwe tê de nûbûn pêkan e û dîtina sekneke birûmet e. Fêmkirina şehîdan, gihîştina armancên wan û li gor armancên wan têkoşîn e; rêya serfiraziyê bi hemû aliyan ronî dike. Îro dema em di rêya ku di encama fedakariyên mezin ên şehîdên me de vebûye de dimeşin, layiqê wan û li gor felsefeya jiyanê ya ku wan avakirine xwe tevlêkirin deynê stûyê me ye.

Belê hevrêyên me Sakîne, Leyla û Fîdan tola me ya ji bo wan, soza bidestxistina azadiyê ye. Weke koka kulîlkên herî xweşik yên di zinarên hişk de şîn dibin. Weke bagereke hişk ku ji deştê ber bi çiyayên bilind ve hildiberize. Bi awayê resen weke bedewiya wan. Hûn weke xwezaya welatê me xweşik bûn. Hûn jî dizanin yên dişibin welatê xwe xweşik in. Ji lewra hûn bi hestên xwe yên zelal bûn nîgar di tevna mejiyê me de. Evîndarên weke we, di her şevê de xwediyê soza xwe ne. Ji lewra di hembêza asîmanan de, bi hevaltiya xwe ya bi stêrkan re hûn bûn sozdarên welat û azadiyê. Ji lewra pêkan bû em ji çavên we fêrî hêviyê bibin, ji dilê we yê bi aram, heskirin û tolhildanê bixwînin.

Di çavên her jineke azad de peyvên ku nayên şîrovekirin, tenê tên hîskirin û fêmkirin, tim hezkirina mirovan di dilê xwe de vedihewandin. Ew çavên xwe bi fikir û ramanên Mirovê Azad ji hemû qirêjiyan diparêze, her tim xwe pak û pakij dike. Bila her kes bi çavên jinên azad li cîhan, jiyan û mirovan meyze bike. Wê demê peyv dê xwe bi wateyan bixemlîne. Wê demê dê her tişt cihê xwe bigre.

Bi deng: https://www.youtube.com/watch?v=Qf-Huln4w3M