26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Parîsê ji bo her sê şoreşgeran meşa girseyî

Ji bo yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) yên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin bi banga Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Konseya Demokratîk a Kurdan a Fransayê (CDK-F) li Parîsê bi hezaran kes kom bûn. Malbatên şehîdan, endamên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê, serokê KONGRA-GEL’ê Remzî Kartal, nûnerên partiyên siyasî yên Fransayê û gelek tevgerên polîtîk tevlî çalakiyê bûn.

Kurdistanî li Gare Du Nord a Parîsê kom bûn. Rêxistinên femînîst, Komeleya Hevgirtina bi Kurdistanê, MRAP, Partiya Antîkapîtalîst, Sendîkaya Solîdaîres a Partiya Çepgir, Partiya Komunîst jî di nav de gelek tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyê jî piştgirî dan çalakiyê. Hûgo Volpeî li ser navê ÛCL’ê axivî û bang li dewleta Fransayê kir û got “Dawî li vê şermê bînin û edaletê pêk bînin. PKK’ê ji nav lîsteya rêxistinên terorê derxînin.”

Çalakvanan bi pankarta ‘Heta ku edalet di tariyê de bimîne Fransa sûcdar e’ û posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmeyên ‘Edalet û heqîqet’ , ‘Bêdengiya ji hevkariya we ye’, ‘Bila bêcezatî bi dawî be, edalet pêk were’ û  ‘Fermana komkujiyê Erdogan da bila were darizandin’ hatin berzkirin.

Girseya meşê çû Qada Repûblîqûeyê ya ku mîtîng lê tê darxistin.