26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdên xwezayî û kurdên nexwezayî

Alan Pîrê

Ji ber ku zimanê me li welatê me li me qedexe bû, em fêrî kurdîya nivîskî nebûn.

Ji ber ku xwendin li welatê me bi zimanê serdestan bû, em hînî kurdîya nivîskî nebûn.

Ji ber ku serdestan her tişt li me ferz kir, zimanê xwe, çanda xwe, ola xwe, şêweya dewletbûna xwe, em man bindest û hin ji me hatin bişaftin û gelek jî li ser kurdîya xwe ya xwezayî man.

Kurdîya xwezayî çi ye? Dibe ku hûn bipirsin.

Kurdîya xwezayî ew kurdîya ku mirov xwe wekî kurd bi yên din dide naskirin, tenê ji ber ku dê û bavê wî an wê kurd in, an tenê ji ber ku kurd ji dayik bûye.

Kurdên xwezayî, ew kurdên ku bûn û kurd ji dê û bavên xwe re çêbûn, çavên xwe li vê dinyayê vekirin û xwe dîtin kurd, xwe nedîtin ereb an faris an tirk an alman. Tiştekî din tune ye ku wan dike kurd ji wê zayîna wan a kurdî pê ve, ji wê dîroka malbatî pê ve; êla wan, pêşîyên wan û her tiştê ku wan bi xwe nekirîye lê yên berî wan kirine.

Gelek kurd kurdên xwezayî ne. Û gelek kurdên nexwezayî tên û dibêjin, ma çima yên din ji kurdîtîyê re nakin, çima yên din zarokên xwe naşînin şer, çima yên din pereyan di ber Kurdistanê de nadin, çima yên din karekî welatparêz nakin, çima yên din zarokên xwe fêrî kurdîya nivîskî nakin? Û gelek pirsên dîtir.

Ez dixwazim bibêjim ku kurdên nexwezayî di van pirsên xwe de ne mafdar in. Ji ber ku dê çi hêvîyê ji kurdên xwezayî bikin. Rast e kurd in lê ji ber ku ne ereb bin, kurd in, ne faris in, kurd in, ne alman û tirk in, kurd in. Tenê ji ber ku kurd ji dayik bûne. Tiştekî wan û kurdîtîyê bi hevûdin re tune ye.

Kurdên nexwezayî êdî kî ne?

Kesên ku kurd in û xwe wekî kurd bi yên din didin naskirin. Ne tenê ji ber ku kurd ji dayik bûne, an dêya wan an bavê wan an pêşîyên wan kurd bûn. Na lê ji ber ku tiştek li kurdbûna xwe zêde kirine. Kurdbûna xwe bi zimanê kurdî, bi çanda kurdî, bi rabûn û rûniştina kurdî xemilandine. Kurdên nexwezayî ew in ên nikarin wekî kurdên xwezayî bijîn. Nikarin!