spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PKK hincet e

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Di van rojan de bûyer û pêşveçûnên li Kurdistanê diqewimin bi her awayî girîng in. Ev bûyer û pêşveçûnên bi destê hêzên derve tên bipêşxistin ji bo gelên herêmê metirsiyek mezin didin avakirin. Bi taybet hêzên mîna Amerîka û hêzên koalîsyonê ji bo hebûna xwe li herêmê berdevam bikin û ji derveyî îradeya wê guhertin li herêmê çênebin bi lîstik û komployan ve her tim mudaxeleyî herêmê dikin. Lewma mirov nikare bêje pêşveçûnên niha li herêmê, bi taybetî jî yên li başûr Kurdistanê, Şengal û Rojava diqewimin ji derveyî îradeya van hêzan bi pêş dikevin.

Ji despêkê ve Amarîka li herêmê hebûna hin hêzan ji xwe re xeter dibîne. Ev hêzên ku bi îrade û tifaqa gelan ve derketin holê û di van çend salên dawî de bi têkoşîn û berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ û hêzên dargirker dan meşandin ve ji hêla hemû aliyên demokratîk û aştîxwaz ve hatin xelatkirin îro di hedefa van hêzên komprodor de ne. Ji ber vê yekê pêwîst e mirov gotinên rayedarên Amarîka yên der barê herêmê de tînin ser ziman bi baldarî bişopîne.

Ji ber ku dewleta tirk jî bêyî ku ji Amarîka destûr bigire ne gengaz e ku bikaribe êrîşî axa Iraq û rojavayê Sûriyê bike. Di van êrîşan de wisa diyar e ku bi her awayî PDK jî îkna kirine. Lewma di her kêliyê de rayedarên PDK’ê bi zimanê hêzên dagirker diaxifin û dibêjin; “Bila PKK û HPG ji axa başûrê Kurdistanê derkevin.” Bi vê nêrînê ve PDK bi temamî xwe ji azadiya Kurdistanê qut dike û hevkariya xwe ya bi hêzên dagirker re aşkera dike. Lewma di nirxandinên xwe de mirov êdî nikare PDK û hêzên dargirker ji hev cuda bigire dest.

Di çarçoveya peymanên dewleta tirk ên bi PDK’ê re îmze kirine artêşa tirk nêzî 40 baregehên leşkerî li başûrê Kurdistanê ava kirine. Ev jî bi awayekî aşkera radixe ber çavan ku başûrê Kurdistanê bi tamamî ji hêla dewleta tirk ve hatiye dagirkirin lê mixabin yên pêşî li vê dagirkeriyê vekirine jî hêzên mîna PDK’ê ne yên ji vê dagirkeriyê sûd werdigrin. Bi van pêşketinên heyî ve mirov êdî nikare qala yekitiya neteweyî jî bike. Ji ber ku di vê rewşa heyî de yekitiya neteweyî domandin û veşartina xiyaneta PDK’ê dike. Ev hevkariya PDK’ê di nav civakê de mijarek zindî ye lewma bi hêzeke wisa di nav hevkariyê de hatiye strandin ve negengaz e ku yekitiya neteweyî bi pêş bikeve.

PDK di xebata xwe de nikarî him kurdîtiyê bike û him jî bi dewletên dagirker re di nav tifaqê de be. Pêwîst bû ku ji van herdûyan yekê hilbijêre. Lewma ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî û malbatî rêvebiriya PDK’ê riya hevkariya bi dewleta tirk re hilbijart. Ji ber vê her tim dûrî xeta yekitiya neteweyî disekinîn û ji bo ev yekitî pêk neyê hincetên cuda ava dikirin.

Gotinên mîna “ger PKK neba dê dewleta tirk êrîşî başûr nekira”, “tu pirsgirêkên dewleta tirk bi kurdên Rojava re nîne”, “ger PKK neba dê Tirkiye Rojava dagir nekira.” Hewildanên şibandina hev a PKK û PDK  ne. Ji ber ku yên van gotinan bi lêv dikin ne kesên ji rêzê ne. Lewma pêwîst e mirov lîstikên  li ser hebûna kurdan tên lîstin baş bibîne.

Bêguman ev bûyerên di pêşengiya PDK’ê de li başûrê Kurdistanê diqewimin bi perspektîfên Amarîkayê ve bi pêş dikevin. Di vê der barê de çend roj berê rojnamevan Necmettîn Salaz di nivîsa xwe ya rojnameya Yenî Yaşamê de gelek agahiyên girîng par vekirin. Di nirxandina xwe de Salaz, bi  perspektîfên Amarîka ve hevkariya PDK’ê ya bi hêzên dagirker û têkoşîna li dijî PKK’ê nirxandibû.

Di vê mijarê de Salaz cîh dide nirxandinên cîgirên berpirsyarê Rojhilata Navîn ê Wezîrê Karên Derve yê Amarîka Joey Hood û Davîd Kopley, “Hikûmeta hêrêma Kurdistanê, hikûmata navendî ya Iraqê û Tirkiye bi Amarîka û hêzên koalîsyonê re dikarin bi awayekî koordîne kar bikin. Di vê der barê de cihên mîna Şengal, di nav de hêzên mîna PKK’ê yên çekdar werin paqijkirin û ji bo aramiya herêmê rêvebiriyek sivîl bê avakirin. Bi pirsgirêka hebûna PKK’ê ya li bakurê Iraqê ve girêdayî em dixwazin bi Iraqê û Tirkiyeyê re kar bikin.”

Wek di vê nirxandinê de jî derdikeve holê ku êrîşên dewleta tirk û hevkariya PDK’ê ji destpêkê ve ji hêla Amarîka û hêzên koalîsyonê ve hatine plankirin. Lewma ev êrîşên li ser kurdan bi pêş dikevin bi tamamî beşeke şikandina îradeya kurdan e. Ji bo di vê mijarê de bigihîjin armanca xwe PKK û hebûna wê ya li deverên cuda ji xwe re dikin hincet. Hemû gelên herêmê jî baş dizanin ku PKK bi tu awayî li ser jiyan û hebûna gelan ne metirsî ye.