26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lêgerîna edaletê û rûyê faşîzmê

Hisên Çatikkaş

Edalet û faşîzm du têgehên dijî hev in, lewma devera ku edalet lê heye, faşîzm qels dibe, lê devera edalet lê qels be faşîzm zêde dibe. Li gorî diyalektîka Hegelî ev her du têgeh nikarin hev tune bikin, helbet qadê li hev teng dikin û dixwazin hevdu tune bikin, bêguman yek nikare ya din xilas bike. Bingeha têgeha edaletê digihije yewnana kevin ku ji wir heta roja îro gelek caran bûye mijara gengeşiyên fîlozofiyê. Yek ji wan fîlozofên ku ewilî li ser edaletê nivîsiye jî Sokrates e. Sokrates edaletê bi qanûnan ve girê dide. Li gorî wî kesên biedalet divê li gorî qanûnan tevbigerin. Xwendekarê Sokratesî Platon jî edaletê weke otorîteya civakê pênase dike. Dema em pênaseyên van her du fîlozofan tenê jî mêzînin, em ê bibînin ku dagirkerên Kurdistanê gelek ji edaletê dûr in. Bêedaletiyeke mezin li ser kurdan ferz dikin. Lewma kurd jî li hemberî vê bêedaletiyê ketine nav lêgerîna edaletê, edaleta ku li hemberî îslama kesk qels bûye! Gelo li ku ye ev edalet?

Çawa nasyonal sosyalîzma Hîtler li Almanyayê û falanjîzma Franko li Îspanyayê faşîzm pêş xistin û bi mîlyonan mirov qetil kirin. Îro li Kurdistanê jî îslama kesk bi faşîzane kurdan dikuje, îşkenceyê li wan dike, digire û diavêje girtîgehan. Tu cudahî di navbera van her sê bîrdoziyan de tune ye. Rêbazên her sê bîrdoziyan jî faşîzm e. Faşîzm tenê li gorî bîrdoziyekê tê organîzekirin û ev jî li gorî bîrdoziya desthilatdariyê û serokê wê ye. Çapemenî li gorî vê bîrdoziyê tê dîzaynkirin. Dengê cuda tên birîn an jî pêşiya deng û ramanên cuda tê qutkirin. Yek deng, yek al, yek dewlet, yek ziman û yek ol dibe bîrdoziya sereke ya vê pergalê. Helbet faşîzm, hiqûqa dewletê jî li gorî xwe sererast dike. Kesên dijî van derdikevin ji aliyê amûrên bîrdoziya vê pergalê ve tên cezakirin an jî tên kuştin. Îro li tevahiya Kurdistanê dagirkerên Kurdistanê li ser kurdan vê yekê ferz dikin, her çiqas ast û rêbazên wan cuda bin jî ferzkirin bi heman awayî ye: kuştin, darvekirin, êşkencekirin, zîndankirin…
Di faşîzmê de tişta ku jiyana mirovan bi rê ve dibe neteweperestî ye ku ew jî niha di destê îslama kesk ango faşîzma kesk de ye. Faşîzma kesk bê navber li bajarên Tirkiyeyê êrîşî kurdan dike û wan dikuje. Piştî her kuştinê rayedarên tirk derdikevin û dibêjin ku ev ne tişteke nijadî ye. Her çiqas ew wisa bibêjin jî em kurd dizanin ku di van êrîşan de tenê aliyek(kurd) tên qetilkirin. Tenê van mehên dawî de bi dehan êrîş çêbûn li ser kurdên ku li tTirkiyeyê dijîn û gelek kurd di van êrîşan de hatin qetilkirin. Bi salan e li Kurdistanê bi destê polîs û leşkerên tirk kurd tên qetilkirin. Heke ev êrîş ne nijadî bin nexwe çi ne?
Li hemberî van êrîşan berxwedana kurdan jî bê navber didome û doza edaletê ji dagirkeran dikin. Lêgerîna edaletê ya herî dirêj, bêguman Dayîkên Şemiyê ne ku ev 855 hefte ne bê navber doza edaletê dikin. Ya din jî malbata Şenyaşar e ku ev nêzî 160 roj e li edaletê digerin. Ev nêzî 590 rojî ye ku malbata Gulîstan Doku li keça xwe digere. Ev deh sal e ku malbatên Roboskiyê li edaletê digerin. Meriv dikare vê lîsteyê dirêjtir jî bike lê tenê ev têrê dikin ku faşîzma dewleta tirk nîşan bidin. Tevî van jî li ser medyaya civakî em dibînin ku mirov her roj li pey edaletê ne. Gelek caran em dibînin bi zora medyaya civakî hindik be jî edalet xwe nîşanî me dide.

Werhasil di pergaleke faşîst de edalet derziya di nav loda kayê de ye. Ancax meriv dikare bi hevkarî û alîkariyeke mezin faşîzmê têk bibe. A dikeve ser milê kesên dijberê faşîzmê xurtkirina lêgerîna edaletê ye. Û divê em ji bîr nekin ku temenê faşîzmê her tim kurt bûye lê li pey xwe jî qetlîamên mezin hiştiye. Lewma li hemberî faşîzma kesk divê em haj hev hebin…