28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Lehengên tabloyên min jin in’

Sûha Mihemedî ji bajarê Bexdayê ye, di sala 1998’an de di akademiya hunerên bedew de beşa estetîkê xwendiye. Piştre berê xwe daye Xezayê ji bo ku li wir bijî. Ji sala 2003’yan ve di navbera Iraq û Urdunê de rêwîtiyê dike û wiha dibêje: “Her reng bi hestan ve girêdayî ye. Ji ber ku amûreke derbirînê ye hest e.”

Sûha Mihemedî diyar dike ku huner girêdayî danûstandina bi rengan re ye û dibêje ku hemû tişt bi meylê dest pê dikin û ber bi tevlihevkirina rengan ve diçin û piştre bi awayekî akademîk taybetmendî û pêwendiya rengan bi hev re tê naskirin.

Ji dayika xwe bi bandor bûye

Sûha diyar dike ku ew ji kesayeta dayika xwe gelek bi bandor bûye, ji ber ku dayika wê deriyê wê yê hunerê bûye.
Sûha Mihemedî di tabloyên xwe de weke amûreke derbirînê jinan derdixe pêş. Ew li ser têkoşîna jinên afirîner wiha dibêje: “Ez bawer dikim ku her afirîneriya jinan bi awayekî takekesî tê hesibandin û bi pêşketina welat re nayê muqayesekirin. Di tabloyên xwe de ez xîtabî civaka desthilatdar nakim ji ber ku lehengên min jin in û ew jî asoya derbirînê ya yekem e.”

‘Huner azadî ye’

Sûha Mihemedî piştrast dike ku huner azadî ye û li ser vê bingehê ew di tabloyên xwe de bi bedenê re danûstandinê dike lewre cesareta hunerî azadiya derbirînê ye û li ser vê yekê wiha dibêje: “Hin caran ez bi tabloyên xwe ji rastiyê direvim û xwe bi xeyalan dipêçim. Ji xwe re wêneyê jiyanê xêz dikim ku naşibe jiyaneke din.”

BEXDA

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê