27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lênêrîn û qezenckirina zarokên tawanbar

Tawanbarî û krîmînalî pirsgirêkeke civakî ya navnetewî ye. Di her sîstemî de kesên tawankar, krîmînal hene. Tawanbarî di nav ciwanan de gelek zêde ye. Tu dewlet nikare ji sedî sed pêş li kesên tawanbar û bûyerên krîmînalî bigire. Ev bûyereke aloz û girîft e. Gelek sedemên wê yên civakî, çandî, aborî, malbatî û derûnî hene. Lê her sîstem an jî dewlet ji xwe re li rê û rêbazên kêmkirin û çareserkirina kes û karên tawanî û krîmînalî digere. Li gorî bawerî, çand, polîtîka û îdeolojiya xwe, qanûn û rêbazan dirust dikin û pêk tînin. Ez ê di vê mijarê de sê mînakên berbiçav bidim ka dewletên xwedî bawerî, îdeolojî, polîtîka û kulturên cuda çawa li vê mijara tawanbariyê dinêrin. Bi taybet ji bo zarokên tawanbar û krîmînal tedbîrên çawa digirin, ji bo perwerde, rehabîlîteya wan çi dikin, çend rêzan binivîsim.

Dewletên teokratîk, paşvemayî û oldar, zarokên ku li dijî qanûn û destûrên wan sûc bikin, cezayên herî giran, qebe û barbar didin wan. Wek mînak zarokekî ku li dijî rejîmê çalakiyekî bike, kevirekî bavêje leşker an polîs, zerarê bide malê kesekî, di karê diziyê de were girtin an sûceke giran bike; ji girtin, kuştin, bi dar ve kirin, îşkence, lêdanê dest pê dikin û dixwazin bi van metodên wehşî û tund zarokan bitirsînin, poşman bikin û bidin tobekirin. Heta li hin dewletên ku rêbazên îslamî hene, dest û piyên zarokên tawanbar jê dikin, laş û jiyana wan kut û seqet dikin. Bawer dikin ku bi van tedbîrên prîmîtîv (îptîdaî) pêş li krîmînalîtiyê bigirin, qaşo bi van tedbîrên xwe yên prîmîtîv civateke bi aram, rehm, pak, edeb û exlaq pêk bînin. Dewletên wekî Siudî û çendên din hîn îro jî bi rê û rêbazên şerîetê dixebitin, van şêweyên weha barbar bi kar tînin. Dest û tiliyên zarokan jê dikin, li qadan bi dar û keviran ricim dikin. Heft dikin heştê helandî, bi seqetbûnê jiyanê li wan dihedikînin. Probleman aloztir û mezintir dikin. Ji însanetiyê derdikevin û dibin cinawir.

Îran jî rê û rêbazên şerîatê bi cureyeke din carnan gulebaran dikin û dikujin. Carnan bi kevir û daran ricim dikin. Carnan jî ben û hefsar dikin serê wan li kuçe û kolanan digerînin, îşkenceyê bi wan dikin. Di nav civatê de kesên tawanbaran bêşeref û bêşexsiyet dikin, ji însanetiyê derdixin.

Li hinek welatên ku ji xwe re dibêjin “welatê demokrat,” ew jî zarokên ku li dijî rejîma wan çalakiyekê bike, carnan bi awayekî eşkera li nav kolan û kuçeyan, li ber çavên her kesî dikujin. Carnan jî digirin, îşkence dikin û dikin girtîgehê. Bi salan di girtîgehan de dihêlin û heta destdirêjiyên wan dikin. Dema girtîgehê derdikevin jî li pêşberê wan bêkarî, birçîbûnî, bêmalî û belengazî hene. Rojên reş, tarî û bêhêvî li benda wan e. Di nav civakê de problem in. Bêtir krîmînaltir dibin. Girtîgeh û xirabî tim kar û mala wan e. Niha dewletên weha metodeke din jî dîtine, zarokên weha dikin paramîlîter, li welat û derî welat wan bi kar tînin. Ew ji artêşa xwe re dikin pêşeng û mertalê bigoşt. Îro Tirkiye bi xwe di vê kategoriyê de ye. Bi krîmînalên hemwelatî û yên biyanî li welatên wekî Sûriye, Iraq, Azerbeycan, Qibrîs, Lîbya, Yemenê ûhwd. bi lejyonî bi kar tînin.

Ewropî di vê mijarê de jî metodên zanistî û aqilane bi kar tînin. Zarokên krîmînal û tawanbar dibin navendên rehabîlîtasyonan. Li her şaredariyek teqez rehabîlîtasyonxaneyek heye. Li wan deran bi derûnînas, civaknas û pisporên perwerdeyê, ew rehabîlîte dikin. Program û projeyên perwerdeyî pêk tînin. Hewl didin ku rojeke zûtir ew vegerin mal û dibistana xwe, bi civakê re biguncin. Li dibistan, ciyê perwerdexane û li malê programên xwe didomînin. Giraniyê didin ser têkilî, kar û barên civakî, çandî û çalakiyên sporê. Her yek ji wan asîstaneke xwe heye. Di demên vala de hemû mesref li ser şaredariyan e û bi takekesî an bi grûbî ew dibin sînema, şano, festîval û geştên turîstîk. Bi grûbî dibin ger û geştên nav welat û welatên dereke. Li Stockholmê li du lîseyên cuda du şagirdên min ên weha jî hebûn. Wek mamosteyê zimanê dayikê ez jî heftê du saet li gel wan bûm. Ewropî bi van xebatên zanistî bi ser dikevin û zarokên sûcdar û krîmînal dibin zarokên normal û vedigerin nav civatê. Ji wan gelek kesên zîrek û dilovan derdikevin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê