Tuesday, September 28, 2021

Perdeya Nostaljîk û Melankolîk

Sozdar Koçer

Bi baldarî li vê dîmenê li jorê, li ser perdeyekê xuya dike binêrin; Ev perdeya ku li ser wan nexşegulên nîsanê bi rengê qahweyî, şaxên ku xwe li dora gulan alandine û xwe bi berfirehî li ser wî perçeyî belav kirine. Qurma wan gulan di selikekê de ku mîna qefesê xuya dike ye û pê ve rişikên weke gezîkan xuya dikin daleqandî ne.

Dema tu li vê perdeyê dinêrî, gelo çi hest û biranîn tên bîra te?

Dema tu lê dinêrî teqez rûgeşiyek li ruyê te belav dibe, levên te li ser hev bi kenekî tenik weke şewqa hîvê vedike. Bîra te dest pê kiriye her kêliyên ku te bi zanîn û ne bi zanîn pê ve girêdayî hema derdixe der. Dil û hinavê te germahiyekê li giyanê te belav dike. Teqez gotinên tu yê bibêjî jî wê ev bin: ‘perdeya zaroktiya min‘‚‘Rûyê nivînên me!‘, ‘Ew perde di mala me de jî daleqandî bûn!’….

Belê hema wisa ez jî tevgeriyam dema min di sepeta dayika xwe de ev perde dît.

Dilê min germ bû, min dikir ku bifirim! Wisa li min hat ku hevaleke min çêbû, ya ku şahidê zarokatiya min e! Şahidê tarî û ronahiyê ye. Şahidê tirsa ji tarîtiyê û şahidê xeyidandin û şermokiyê ye. Şahidê bêdengiya bîranînên me yên kûr e.

Baş tê bîra min, dema em ji dê û bavê xwe dixeyidîn, me xwe li pişt vê perdeyê vedişart û lingên me yên pêxas xuya dikirin. Me dixwest em werin dîtin, lê rûyê me neyê xuyakirin! Dema me şerm bikira yan jî netebitîbûna me xwe li perdeyê dialand û quncikê perdeyê dixist nav diranên kêlekê û bi çavên şermoke dinihêrî û li benda hilmvedana bexşandinê bûn. Ev û gelek bîranînên dîtir bi dîtina vê perdeyê di hişê min de ji nû ve vedijin.

Ez ji xwe dipirsim gelo çima heta roja me îro ev perde di sepetê de ye?

Dibe ku dema dayika min ev perde dîtibe wê jî heman hest û bîranîn pê ve girê dabe weke min?

Dayika min cara yekem di sala 1987’an de van perdeyan ji bo mala xwe dikire. Li gorî gotina wê perdeyên li sûk û bajêr tev ji van bûne, bi tenê reng û gul eynî nebûne lê wekî din gişt heman nexş bûne. Di wan salên ji 1960’an heta dawiya 1990’î de hema bêje li ber paceya her malê ev perde hebûne.

Di dawiya 1990’î de malbat neçar dimîne ji welêt derkeve û li Almanyayê bi cih dibe. Li dîasporayê penaberên ku beriya me hatine cil û pêwîstî kom dikirin û li penaberên ku nû hatine belav dikirin. Kîsekî şîn, tije cilên zarokan jî dibe para dayika min. Di nav wan cilan de, dayika min vê perdeyê dibîne. Li gorî ku dayika min behs dike, kêfxweşiya herî mezin bi hatina Almanyayê re ev perde bûye. Ji wê salê ve dayika min ev perde heta roja me ya îro di sepeta xwe de parastiye.

Ew çi rewş e ku di sala 2021’ê de li min jî bandorê dike û beriya 21 salan weke li dayika min bandor kiriye?

Ev çi rewş e ku li efxenîyekî, kurdekî, erebekî heta kosoviyekî bandor dike? Bersiv ne perde ye. Bersiv bîranînên me ne, yên ku me bi perdeyê re hatine bîra me. Ji ber ku di wê demê de ew hevpariyên jiyana me bûn. Mirov dikare bibêje ku bîranîn û hestên her mirovî şexsî ne, lê ya ku wan bîranînên takekes îro derdixîne holê û jê bîranînên kolektîv pêk tên ew perde ye. Dibe li başûr bi perdeyê re rojên enfal û penaberiyê werin bîra hinek mirovan. Dibe li rojava rojên di xaniyekî kelpîç û jiyaneke aram were bîra hin kesan. Dibe li bakur kêliyek were bîra mirov, dema malbat li ber perdeyê kom dibûn û dîmenek dikişandin… Ev bîranîn tev dikarin bi wê perdeyê werin xeyalkirin.

Ev perde ji ku hatine belav kirin?

Van perdeyan ne bi tenê malên li bakur û Tirkiyeyê her wiha gelek malên li Rojhilata Navîn jî xemilandine. Ji başûr bigire heta bakur, rojava, rojhilat, li dewletên ereban, li Efxenistanê, Pakistanê û li kevîka Ewropayê li Kosovo jî di wan salan de ev perde wek alayekê li ber paceyên her kesî bûn.

Ev perde li her deverê belav bûbûn, lê te ji kê bipirsiya kesî nizanibû ev perde li ku hatine çêkirin. Bi texmînî digotin yan ji binxetê hatine yan jî ji Iraqê, lê tu agahî û çavkaniyeke zelal der barê perdeyan de tune ye.

Vegotina vê serpêhatiyê konsepta‚ bîra kolektîv‘ derdixîne holê ku di 1920’î de ji aliyê fîlozof û civaknasê fransî Maurice Halbwachs ve hatiye danasandin. Piştî wî ev binavkirina ‚bîra kollektîv‘ ji aliyê zanyarekî Alman Jan Assmanî ve hatiye pêşxistin. Assmanî ev konsept weke ‘bîra danûstendinê‘ û ‘bîra çandê‘ dabeş kiriye. Li gorî Assmanî bîra danûstandinê ango tecrube û erf û adetên civakekê yên ku bi devkî hatine parastin û vegotin, dikarin heta 3 nifşan bên parastin. Ev bîr jî bi vegotinê ango bi danûstendinê ve girêdayî ye û bi qasî wê temenê danûstendinê dikare bijî. Dema vegotin biqede ew bîr jî hêdî hêdî bi dawî dibe. Assmanî wisa pênase dike ku bîra çandî jî danûstandinê xurt dike. Ev bîranîn jî behtirîn bîra muzîkê, ya wêjeyê, ya hunerê û ya avahîsaziyê ye.

Em dikarin çawa şiroveya‚ ‘bîra kolektîv‘ bi mînaka xwe ya perdeyê re zelal bikin?
Em ji her welatî mirovekî/e ku bi wan perdeyan re mezin bûye bînin ba hev û vê perdeyê nîşanî wan bidin, gelo wê çi bibe? Teqez bîranîn wê bi xwezayî derkevin pêş û danûstendina bîranînan wê pêk bê. Ev danûstendin û mijûlbûn wê bîranînên şexsî û bîranînên hevpar bi zelalî derxînin meydanê û wê têbigîhîjin ku bi saya‚ ‘bîra kolektîv‘ ew hev temam û xurt dikin. Û wê tê bigihîjin ku bîranîna hinek tiştan ji bo armanc, sekin û nasnameya wan pêwîst e. Di vir de em dikarin bêjin ku sembola hevpar ev perde ye û bi vê perdeyê re jî bîranînên kolektîv derdikevin pêş.

Bîranîna kolektîv nayê wê wateyê ku dîmen, sembol, bîranîn û tecrube ji aliyê her kesî ve weke hev bên şîrovekirin û weke hev teşe bidinê. Na. Her şexsek bi awayê takekesî wan li gorî xwe şîrove dike û wate didê.

Bi vê teoriya heyî û bi piştgiriya mînaka perdeyê, mirov dikare di lêhûrbûnên xwe de kûrtir û berfirehtir rewşê vebêje. Ew jî ev rastî ye ku dayika min 21 salan li Almanyayê perde di sepeta xwe de parastibû. Li diasporayê malbatên me di bîranîn, vegotin û parastina sembolan de gelekî xwedî israr in û bêhtirîn her tiştê welatê xwe, hêstên li wê axê, li wê malê, li ber wê perdeyê li tiştên sembolîk bar dikin.

Bi derketina dîasporayê re mirov dikare bibêje ku her tiştê wan di wê sala derketinê de sekinî maye. Tu li malên kurdên dîasporayê binêrî, her sembolên ku li welat di malên wan de bûn îro jî di malên wan de ne. Wek merşikê nexşkirî bi rengên germ, sûs û tenteneyên dolaban, lûfikê seran, merşikê dîwaran, lempe – çira hwd.

Mirov dikare bibêje ku qutbûnek ji civak, ax, malbat û jiyana li welêt çêdibe û da ku malbatên me bikaribin li welatên biyaniyan berdewam bijîn, her kêlî û bîranînên xwe diparêzin ji ber ku ew nasname û koka wan e. Sembolên wisa ji wan re dibin alîkar da ku bîra wan her zindî bimîne, bîranîn, hêstên germ yên welêt, hestên bi bawerî û nas her li der dora wan bin. Malbatên me, divê paşeroj û pêşeroja xwe biparêzin da ku li xeribiyê li ser piyan bin! Ev jî dikare weke şêwazekî parastina bîra kolektîv were pênasekirin.

Îro em dikevin ferqa hêstên ku li sembolan hatine barkirin û êdî em jê diaxivin. Weke kurd divê em vê bîra kolektîv baş tê bigihîjin û biparêzin, ji ber ku em bi sedsalan e bi êrîş û tunekirinê re rû bi rû ne. Divê em ji bîr nekin ya ku em anînê vê astê bîra me ya kolektîv e.

Lewra divê em bi hişyarî dest pê bikin ji bîranînên xwe biaxivin û jê sûd werbigirin, em wan binivîsînin û wisa jî biparêzin. Parvekirin û axaftina bîranînan wê me li jiyanê bietirîne, girê bide! Lew re divê em dest pê bikin wan perdeyan li paceyên xwe daleqînin, wan lûfikan, çarikan, pepikan û ruyên nexşkirî ji sepeta xwe derxînin û bikin parçeyek ji rastiya xwe! Ji ber ku ew rastiyên me ne! Bîranînên ku me gelek tiştên din li wan bar kirine rastî û çîrokên me ne! Em encamên tecrube û biranînên xwe ne. Divê em êdî bi bîra xwe ya kollektîv hev temam bikin û çandeke bîranînan ava bikin. Divê em dest pê bikin valahiya dîroka xwe bi xwe dagirin û bi xwe binivîsînin!