26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK ev 34 roj in ku bersiv nade KNK’ê

KNK ev  zêdeyî mehekiye li başûrê Kurdistanê ji bo yekrêziya nava mala kurd li dijî dagirkeriyê serdana partî, rêxistin, kesayet û rewşenbîran dike û hevdîtinên xwe didomîne. Heya niha du caran daxwaz ji rêveberiya PDK’ê jî kiriye lê ne erenî ne jî neyînî bersiva şandeya KNK’ê nehatiye dayîn.

Şandeya KNK’ê ya dibin serokatiya Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad de ji 22’yê Gulanê ve li başûrê Kurdistanê ji bo yekrêziya nav mala kurd û pêşxistina helwesteke hevpar a li dijî kiryarên dewleta tirk, serdana partî, rêxistin, pêkhateyên cuda, kesayet û rewşenbîrên Kurdistanê dike. Heya niha nêzî 40 hevdîtinên cuda di vê çarçoveyê de hatiye lidarxistin.

Hevdîtinên ji bo yekrêziya mala ku dê bidomin

Li gorî nûçeyeke rojnameya Ozgur Polîtîkayê ku xwe dispêre agahiyên Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad, şandeya KNK’ê heya niha nikariye tenê li gel PDK’ê bicive. Hate gotin ku şandeya KNK’ê heya niha du car daxwaza hevdîtinê li rayedarên PDK’ê kiriye, lê ne erênî ne jî neyînî heya niha bersiva şandeyê ne hatiye dayîn.

Li gorî rojnameyê Zeyneb Murad ev tişt ragihandiye: “Ew ê heya dawiyê israr bikin ku ji bo hevdîtin pêk were û ji bo vê hewldanên wan berdewam dikin.

Her wiha dê hevdîtinên şandeyê ku ji Ewropayê derbasî başûrê Kurdistanê bûbû, li başûrê Kurdistanê li gel hêz û aliyên siyasî yên kurd û pêkhateyan berdewam bike.