26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dagirkerî di rojeva parlamentoya Başûr de nîn e

Seroka Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê bi vexwendnameyekê bang li parlamenteran kir ku di roja 28’ê hezîranê de, di saet 11.00’an ji bo civînê li parlamentoyê amade bin.

Tevî ku 36 parlamenterên Herêma Federal a Kurdistanê daxwaz ji serokatiya parlamentoyê kirîbû parlamento li ser dagirkeriya dewleta tirk û têkdana jîngeha Kurdistanê bicive, lê di bernameya civîna Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê de dagirkeriya dewleta tirk nîne.

Li Herêma Federal a Kurdistanê yek ji rojevên din ên sereke û di rojevê de birîn an ji kêmkirina mûçeyên karmendane, lê dîsan birîna mûçeyên karmendên Herêma Federal a Kurdistanê di bernameya karê parlamentoyê de cih negirtiye. Tevî ku seroka parlamentoyê Dr. Rewaz Fayeq ragihandibû ku wê ti civînên din nekin, heta ku li ser birîna mûçe kom nebe, mijara mûçe nexistine bernameya kar de.

HEWLÊR