27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dîjî serokê Dewleta Kolombiyayê êrîşek pêk hat

Helîkoptera ku Serokê Dewleta Kolombiyayê Ivan Duque têde bû, li nêzî sînorê Venezuelayê rastî êrîşekê hat.

Ivan Duque bi Wezîrê Parastinê, Wezîrê Karê Hundirîn û waliyê eyaletê re ber bi bajarê Cucutayê de diçûn, êrîşek li dijî helîkoptera wan hate kirin.

Hat zanîn ku di encama vê êrîşê de tiştek bi tu kesî nehatiye.Têkildarî vê mijarê Duque axivî û wiha got: “Dewleta me bi hêz e û Kolombiya bi qasî ku van gefan û xetereyan berteref bike bi hêz e.”

Ji sala 1964’an ve Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) li dijî di belavkirina ax û serweta newekhev de li sînorê Kolombiya-Venezuelayê Faaliyetan dimeşîne.

Di destpêka vê mehê de, li baregeheke leşkerî ya Cucutayê bi maşineyeke bombebarkirî êrîşek pêk hatibû. Ji vê êrîşê ELN wekî berpirsyar hatibû nîşandan lê ELN’ê vê yekê derewand. Di encama vê êrîşê de 2 jê leşkerên amerîkî  bi giştî 36 kes birîndar bûn