27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkerên tecawizkar ji arteşê hatin avêtin!  

Li Kolombiyayê, tê gotin ku endamên artêşa ji sala 2016’an ve li dijî zarokan bi sedan carî sûcên êrîşa zayendî pêk anîne. Li gorî daxuyaniya Fermandarê Hêzên Bejahî yên Kolombiyayê Edûardo Zapateîro, di encama lêpirsîna li nav yekîneyan de aşkera bû ku herî kêm 118 leşker û efseran li hemberî zarokan êrîşa zayendî pêk anîne. Zapateîro diyar kir, 45 leşker ji nav artêşê hatine avêtin û lêpirsîna 73 leşkaran jî didome.

Zapateîro ragihand ku lêpirsîn li ser sûcên ji sala 2016’an û vir ve hatine kirin tê meşandin û bi dozgeriyê re tê birêvebirin. Daxuyaniya têkildarî sûcên li dijî mirovahiyê ku ji aliyê leşkeran ve hatin kirin, piştî xwepêşandanên xwecihî hate dayîn. Di 25’ê hezîranê de şêniyên xwecihî Embera Chamî yên li rojavayê welêt, çalakî pêk anî. Di çalakiyê de revandina zaroka 13 salî ya ji aliyê leşkeran ve û destavêtina li wê zarokê hat şermezarkirin. Piştî ku bûyer aşkera bû û 7 leşker li garnîzoneke leşkerî hatibûn destgîrkirin. Aşkera bûbû ku sê serpel jî di nav van kesan de hebûn. Nifûsa Kolombiyayê 49 milyon e û di sala 2019’an de 22 hezar zarok ên herî kêm 18 salî bûn, bi êrîşa zayendî re rûbirû mane û her wiha 708 zarok jî hatine kuştin. BOGOTA