27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amedê hejmara pêketiyên koronayê zêde bû

Hikûmeta AKP’ê ji bo 1’ê hezîranê û şûnde biryara “asayîbûnê” da û hemû tedbîrên li dijî belavbûna vîrusê hatibûn girtin ji holê rakirin. Piştî rakirina tedbîran bi taybetî li Amedê hefteya borî hejmara pêketiyên vîrusê zêde bû. Li gorî daneyên Midûriyeta Tenduristiyê ya Amedê li bajêr 24 hezar û 495 kes di qerantînayê de ne.

Li Peyasê 6 hezar û 430, li Rezan, 5 hezar û 698, li Yenîşehirê 3 hezar û 498, li Sûrê hezar û 626, li Farqînê hezar û 393, li Bismilê hezar û 358, li Erxeniyê hezar û 13, li Çêrmûkê 645, li Çinarê 599, li Pîranê 488, Li Licê 394, li Çingûşê 356, li Hênê 321, li Pasûrê 260, li Gêlê 171, li Karazê 157, li Hezroyê 88 kes hefteya borî di karantînayê de bûn. Her wiha li gundê Barbînê yê Erxeniyê piştî testa welatiyekî ya vîrusa koronayê pozîtîf derket gund xistin karantînayê.

Endamê Konseya Navenda Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Dr. Halîs Yerlîkaya yê li Amedê bijîşkiyê dike rewşa li Amedê nirxand û diyar kir, di destpêka pêvajoya pandemiyê de hejmara koronayê li Amedê kêm bû û piştî 1’ê hezîranê ku asayîbûnê dest pê kir li Amedê hejmara nexweşan zêde bû. Yerlîkaya wiha bal kişand ser zêdebûna nexweşiyê: “Di hefteyeke dawî de hejmara koronayê li Amedê zêde bû. Hejmara li derdora 900’î de niha derketiye hezar û 500 kesan. Niha bajarê herî zêde nexweş lê hene Amed e. Em bi fikar in.”

Yerlîkaya da zanîn, li Amedê serwîsên mudaxileyê derketine 5’an û gelek sedemên belavbûna koronayê hene û got: “Rayedar peyama ew bi ser ketine didin xelkê lê ev di hejmarên herêmê yên dawî de xwe radixe ber çavan. Ji destpêka pandemiyê heta niha nêzî 50 kesan ji ber koronayê li Amedê canê xwe ji dest daye.”