26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amedê tecrîd hat şermezarkirin

Rêxistina HDP’ê ya Amedê, xwest li parka Koşûyolûyê ya li navçeya Rezan a Amedê, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û xwedîderketina çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan ku li dijî vê tecrîdê hatiye destpêkirin û 146 roj in didome, çalakiya rûniştinê li dar bixe. Rêveber û hevserokên rêxistinên HDP û DBP’ê yên Amedê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwariyan re (TUAY-DER) û gelek welatî tev li çalakiyê bûn.

Beriya daxuyanî bê dayîn, polîsan cihê wê daxuyanî lê bihata dayîn dorpêç kir û li têketina parkê pêşî li girseyê girt. Li ser astengkirinê girseyê bi tilîlî û dirûşma “Bijî berxwedana zindana” bertek nîşanî polîsan da û ew şermezar kirin.

AMED