5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Bagokê şere

Li Çiyayê Bagokê piştî Walîtiyê qedexeya 15 rojan îlan kir dengê çekan li herêmê bilind bû. Gundiyan diyar kirin ku şer dest pê kiriye.

Walîtiya Mêrdînê li gundên Xirabêmişka, Marînê, Badibbê, Qutbî û Sîderî yên li qontara çiyayê Bagokê ne, heta 15 rojan “Herêma taybet a ewlehiyê” îlan kir. Walîtiyê bi dawuyaniyekê diyar kir ku qetexe di 22’ê nîsanê (îro) de dest pê dike û heta 6’ê gulanê berdewam dike. Piştî walîtiyê herêm ji çûn û hatinê re qedexe kir, dengê bombeyan li herêmê bilind bû. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin balafirên şer li Gundên Dora Kevir, Dora Koçek û Kevirê Reş û herêmên ku goristanên PKK’iyan lê heye, bombe barandin. Dîsa li herêma GunDê Xirabêmişka dengê çekan bilind bû. Ji ber balafirên şer herêmê bombe dike û dengê çekan bilind dibe, welatî nikarin ji malên xwe derkevin derve. Gundiyan anîn ziman ku li herêmê şer dest pê kiriye.