5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina komployê 7 meşên navendî

Li 4 kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7 meşên navendî ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest pê kirin.

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di salvegera wê ya 25’an de, li 4 kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7 meşên navendî dest pê kirin.

Li bajarên Dêrik, Qamişlo û Hesekê yên kantona Cizîrê, li Kobanê ya kantona Firatê, li kantona Reqayê, li Şehbayê û taxa Şêxmeqsûda Helebê meşan dest pê kirin.

Meşa li Dêrikê bi tevlêbûna xelkê Dêrikê, Girkê Legê, Til Koçer, Çilaxa, Koçerat û Beravê li Qada Azadî dest pê kir. Meş dê li ber avahiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi dawî bibe.

Meşa li Qamişloyê ya bi beşdarbûna xelkê bajar, navçeyên Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîsê li Çerxerêya Osman Sabrî dest pê kir û dê li ber Stada Şehîdên 12’ê Adarê bi dawî bibe.

Li bajarê Hesekê meş bi tevlêbûna şêniyên bajar, navçeyên Dirbêsiyê, Til Temir, Til Birak, Hol û Şedadê ji Çerxerêya Şehîd Arîn Mîrkan dest pê kir. Meş dê li Çerxerêya Sebax bi dawî bibe.

Xelkê kantona Firatê jî bi meşeke navendî Komploya 15’ê Sibatê şermezar dike. Meş ji Çerxerêya Şehîd Arîn Mîrkan dest pê kir û dê li Kolana 48’an bi dawî bibe.

Meşa xelkê kantona Efrîn û Şehbayê li navçeya Fafînê ya Şehbayê dest pê kir.

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî ji Hola 8’ê Adarê ya li Şêxmeqsûdê dest bi meşê kir. Meş dê li Çerxerêya Zeytûn a li taxa Eşrefiyê bi dawî dibe.

Li Reqayê jî meş bi beşdarbûna xelkê kantonên Dêrazor, Minbic û Tebqayê ji Çerxerêya Jinê dest pê kir. Meşa ciwanan jî ya li ser asta her çar kantonan ku duh ji Tebqayê dest pê kiribû, vê sibehê gihaşt Reqayê. Meş dê li Çerxerêya Neîm bi dawî bibe.

Pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen, Çerkes û Ermen û nûnerên Rêveberiya Xweser, endamên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û şêx û rûspiyên eşîran beşdarî meşan bûne.

Meşvanan êlekên bi wêneyên Abdullah Ocalan li xwe kirine, pankartên şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan vekirine.