26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Başûr ji ber operasyonan 47 gund hatin valakirin

Operasyona leşkerî ya TSK’ê ku li Herêma Zap, Metîna û Avaşînê daye destpêkirin 37 roj in didome. Heta niha 47 gund ji ber operasyona leşkerî hatin valakirin. Komên cerdevan û OSO yên girêdayî TSK’ê darên welatiyan dibirin û difiroşin Tirkiyeyê. Rayedarên KDP’ê jî birîna daran piştrast kir.

Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li herêma Metîna, Zap û Avaşînê di 23’ê nîsanê de operasyona leşkerî dabû destpêkirin. Operasyona leşkerî bi tevlêbûna cerdevan û komên OSO yên girêdayî TSK’ê 37 roj in didome. Operasyon li herêma Girê Zendûra yê Metîna zêde bûne. Ji roja ewil heta niha leşker dixwazin derkevin ser gir. Lê heta niha nikarin derkevin ser gir. Li gorî agahiyên dawî yên ji herêmê hatin bidestxistin, heta niha leşker gavekê jî pêş ve neçûne. Leşkerên ku dixwazin têkevin tunelên şer jî bi êrîşên dijwar re rû bi rû dimînin. Leşkerên ku hêza xwe winda dikin dîsa paş ve gav diavêjin.

Dîsa gund tên şewitandin û valakirin

Li aliyekî şerê li herêma bejahî her diçe dijwar dibe, li aliyê din balafirên şer girê Zendûra yê Metîna, Cîloyê Biçûk ê Zapê û herêma Mervanos a Avaşînê û qada Şûkê ji hewa ve bombe dike. Balafirên şer ji hewa de bêtir qadên ku gundî û sivîl lê dijîn bombebaran dikin. Ji ber bombekirina balafirên şer zevî dişewitin û sewal tên kuştin. Di encama bombebaranê de qada di navbera Gundê Kestê û Kanîmasî yê herêma Metîna de nêzî hezar û 850 dolim bax û bostan tev şewitîn.

Leşker û OSO li herêmê daran dibirin

Nêzî hezar endamên OSO’yê anîn Baregeha TSK’ê û Lojîstîka Bamernî û 560 endamên OSO’yê ji Lîbyayê anîn Herêma Rûbarok û Şemzînanê ya Colemêrgê, tevî cerdevanên gundan, li herêma Zaxo û Berwarî dest bi talankirin û wêrankirina xwezayê kirin. Cerdevan û endamên OSO li gel leşkeran dar û berên gundiyan dibirin û piştre difiroşin Tirkiyeyê. Rayedarên PDK û YNK’ê jî ev yek piştrast kirin. Rayedaran anîn ziman ku vê yekê bi destûra Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê dikin. Rayedaran da zanîn ku li herêma Zaxo û Berwariyê 47 gund ji ber leşker lê bi cih bûn, welatî koçber bûn û gund vala kirin. Rayedaran da zanîn ku endamên OSO û cerdevanên girêdayî TSK’ê daran dibirin û difiroşin Tirkiyeyê.

PDK destûra birîna daran dide

Çavkaniyên herêmê destnişan kirin ku li herêma Bêgova, Dêrekar û Berwarî yên girêdayî navçeya Zaxo ya Duhokê welatiyên 47 gundan ji ber êrîşên balafirên şer gundê xwe vala kirine. Gundiyan anîn ziman ku Endamê Politburo yê PDK’ê Ali Awnî destûr daye birîna daran. Çavkaniyan da zanîn ku dar ji aliyê şîrketên nêzî Awnî û şirîkên Tirkiyeyê ve tên birîn. Çavkaniyan da zanîn ku cerdevan û endamên OSO’yê daran dibirin, difiroşin Tirkiyeyê. Çavkaniyan bi bîr xistin ku li gundên hatin valakirin û darê wan tên birîn maşîneyên zirxî yên TSK’ê lê tên bicih kirin.

Parlamenterê PDK’ê Rêving Hirurî têkildarî mijarê daxuyanî da çapemeniyê û agahiyên li herêmê piştrast kir. Hirurî, anî ziman ku dewleta Tirkiyeyê ji bo daran bibire gelek şîrketan tîne herêma Berwariya Bilind û Zaxoyê. Hirûrî da zanîn ku dar bi destê şîrketên Tirkiyeyê tên jêkirin û bi taybetî bi destê cerdevan û çeteyan tê kirin.

47 gundên di encama operasyonê de hatin valakirin wiha ne: Senat, Deşta Texît, Behnonê, Sorînk, Qesrok, Ava Gozê, Dêre Şeş, Mêrge Şîş, Erên, Perex, Binxirê, Bajawa, Elanş, Zawêtê, Kelok, Qir Kirank, Petromê, Kork, Kondok, Gewrik, Bazingira, Masîsa, Dergel Sindava, Comî, Bihêrî, Şeranşê Jûrê, Şeranşê Jêrê, Pîr Bala, Evlehî, Bîndiro, Banga Jêrê, Banga Jorê, Menîn, Bîrkî, Ava Toka, Şîlan, Şilîn, Kêşan, Heftenîn, Girê Biyê, Rosî, Mêrgehê, Êkmalê, Sewila Rojhilat, Sewla Rojava, Nizdorê, Hewak Golê, Xîzava.

Çavkanî MA/Erdogan Altan