27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Milîsên Îranê tevgera xwe ya li Sûriyeyê zêde kirine

Piştî nûçeyên birêxistinkirina ciwanên rojavayê Dêra zorê û bikaranîna wan wekî milîsên ku xizmeta Îranê dikin. Vê carê nûçeyên bi heman rengî ji Humsê tên, li gorî hin çavkaniyên herêmî Hizbulahê di bin banê komeleyeke xêrxwaziyê ciwanên Humsê di nava refên xwe de bi rêxistin dike.

Di demekê de ku Rûsyayê bi peymanên bi Tirkiyeyê re mijûle, Îranê vê yekê wekî firsend bi kar tîne û ciwanên sûriyeyî di nava refê milîsên xwe de birêxistin dike.

Milîsên Îranê bi gelek rêbazên cuda ciwanan birêxistin dikin, wekî mînak gelek ciwanan bi rêya alîkariya madî nêzî xwe dikin paşê jî gefan li wan dixun û wan ditirsînin da ku tevli nava milîsên xwe bikin.

Bûyera herî dawî ya di vê derbarê de rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê di van rojên dawî de aşkera kiribû. Li gorî agahiyên wê rêxistinê xebatên birêxistinkirina ciwanan li bajarê Humsê bi rengekî berbiçav hatine kirin. Ciwanan dixin nava refên milîsên girêdayî Îranê û rêxistina xwe ya li Sûriyeyê berfirehtir dikin.

Li gorî agahiyên çavdêriyê ev xebatên Hizbulahê  di bin banê komeleyeke bi navê ‘Xêrxwazî’ de tê kirin. Ev komele girêdayî Hizbulaha Libnanê û milîsên Îranê ye.

Peywîra van milîsan a sereke ew e ku xeta petrolê ya girêdayî Îranê ku di navbera Iraq û Humsê de ye biparêzin.

Wekî hemû rêxistinên din ên bi vî rengî ew sûdê ji betalî û rewşa ne baş a xelkê Sûriyeyê digirin û bi pereyan wan dikin milîsên xwe.

Ev rêbaz bê navber ji alî milîsên îranî ve tê bikar anîn bi rêya pereyan, hestên mezhebî û dînî beriya niha jî gelek ciwan li Bû Kemal, rojavayê Dêra Zorê û Meyadînê tevli milîsên xwe kiribûn. Bi vê yekê ew dixwazin xetekê ji sînorê  İraqê heta bi Humsê bixin bin kontrola milîsên xwe da ku bi rihetî xeta xwe ya petrolê biparêzin.