26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Li Başûr medya li hemberî tundiya li ser jinan erka xwe pêk nayne

Mamostaya Beşa Ragihandinê ya Zanîngeha Silêmaniyê û Aktivîsta Mafê Jinan Dr. Sara Qadir têkildarî medyaya Başûrê Kurdistanê de da zanîn ku di çapemeniyê de nûçeyên kuştin, şewitandin û xwekuştina jinan bi lezgîn tên dayîn, lê piştre ew saziyên çapemeniyê van bûyeran lêkolîn nakin û naşopînin û bernameyên taybet ên li dijî tundiya li ser jinan amade nakin.

Dr. Sara Qadir der barê mijare de wiha got: “Herwiha lêkolîna li ser nayê kirin, hevpeyvîn û bernameyên taybet li ser tundiyê nayên amadekirin. Hewce ye ev tişt bên gotin, çapemeniya Başûr Îro ji bo kêmkirina tundiya li ser jinan bûyeran naşopîne. Ev yek jî dike ku medya di van bûyeran de kêm bimîne.”

Qadir diyar kir li zanîngeh û akademiyan mijara zayendê tune ne û axaftina xwe wiha domand: “Li ser vê mijarê biryareke Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanîstî hebû, lê heta niha ev biryar pêk nehatiye.”

Akademisyen Sara Qadir têkildarî kêmkirina tundiya li ser jinan ev tişt got: “Divê li hemû navendên kar ji bo tundiya li ser jinan têkeve rojevê, têkoşîna li dijî tundiyê bê kirin û medya jî vê yekê têxe rojeva xwe û bibe rojev.”

Mamostaya Beşê Ragihandinê ya Zanîngeha Silêmaniyê û Aktîvîsta Mafê Jinan Dr. Sara Qadir bal kişand ser rola medyayê ya di têkoşîna li dijî tundiyê û wiha got: “Medya dikare mirovan perwerde bike. Lewma divê ji bo kemkirina tundiyê alîkarên baş bin. Helbet perwerdeya li Zanîngehan jî pir girîng e.”