26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Başûr qeyrana aboriyê

Li başûrê Kurdistanê her diçe rêjeya bêkariyê zêde dibe, di ser de jî hikûmet di dema wê de muçe nade, muçeyê dide jî ji sedî 21’ê wî kêm dike. Ev rewş bandoreke neyînî li gel kiriye.

Di nav 9 mehên dawiyê de tenê muçeyê sê mehan li başûr hatiye belavkirin. Ji van sê muçeyan jî du muçe ji sedî 21’ê wî hatiye kêmkirin. Derfetên kar jî ji ber tedbîrên virûsa koronayê kêm bûne. Ev rewş jî bandorek neyînî li ser jiyana rojane ya welatiyan kiriye.

Li gorî amarên Desteya Amaran a Herêma Kurdistanê, îsal ji ber ragihandina qedexeya hatin û çûnê ji sedî 41,8’ê welatiyan bê kar mane. Her wiha ji sedî 73,4’ê welatiyan jî pirsgirêkên aborî dijîn. Ev tenê ew amar in ku desteyê tomar kirine. HEWLÊR