26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Muzakereya MSD û Partiya Vîna Gel

Bendên sereke yên vê lihevkirinê wiha hatin ragihandin: “Rewşa heyî û aloziya Sûriyeyê ya ketiye sala 10’emîn, piştrast dike ku ev alozî aloziyeke bingehîn e. Her wiha destwerdanên derve alozî zêdetir kûrtir kir û hemû vebijêrkên ewlehî û leşkerî bê wate man. Li pêşberî rewşa trajedîk û azarên ku gelê Sûriyeyê wekî kuştin, girtin, revandin, koçberkirin û rewşa jiyanî ya xerab, li gel şerê ku binesazî û binesaziya civakî wêran kiriye, êdî pêwîst e ku tevahî hêzên neteweyî yên demokratîk ji bo bidawîkirina vê trajediyê û rûxandinê tev bigerin. Wek berpirsyariyeke dîrokî li hemberî karesatên ku herêm û welatê Sûriyeyê tê re derbas dibe, her wiha ji bo pêkanîna guhartina bingehîn a demokratîk, siyasî, aborî û civakî, MSD û Partiya Vîna Gel li hev civîn û muzakereya lihevkirinê îmze kir.”

Xalên bingehîn ên muzakereyê wiha ne:

  1. Di Sûriyeya nû de, xak û gelê Sûriyeyê yek in. Sûriyeya nû dewleteke demokratîk e û tê de wekhevî û edaleta civakî heye û bi tevahî pêkhateyên xwe yên kurd, ereb, suryan, aşûr, tirkmen, ermen û çeçen serbilind e. Di pirrengiya nasnameyan de hêmana dewlemendiyê de yekitî û hevgirtina civakî xurttir dike. Her wiha destûra wê ya demokratîk formeke pêşketî ya têkiliyên nenavendî, birêvebirina gel a desthilata yekser li herêman û dewlemendiyên heyî bi awayekî adilane li tevahî welat pêk tîne. Her wiha karên bingehîn mîna karên derve, parastin û aborî, bi awayekî wekhev tên birêvebirin.
  2. Çareya siyasî deriyê yekane yê bidawîkirina aloziya Sûriyeyê ye. Her wiha ew çareya ku xwe dispêre serweriya gel a bi hemû pêkhate û mafê wan ên diyarkirina çarenûsê bi rêya diyalogê.

Di vê çarçoveyê de, her du alî piştgiriya pêkanîna biryara bi hejmara 2254’an bi giştî dikin ku di nav de  pêkanîna daxuyaniya Cinêvê û tevlêkirina aliyên opozîsyonê û di nav de MSD’ê û aliyên siyasî yên Sûriyeyê re. Ji ber ku ev biryar rêya rizgarkirina mafên gelê Sûriyeyê di vegerandina serweriya Sûriyeyê de, bidawîkirina tevahî ceza û şêweyên dorpêça li ser gelê Sûriyeyê ferzkirî, siyasetkirina alîkariyên mirovî, bidawîkirina dagirkeriyê û şêweyên destwerdanên derve û derxistina tevahî hêzên biyanî ji xaka Sûriyeyê ye.

  1. Dewleta welatîtiyê ya wekhev li Sûriyeyê teqeziyê bi pirrengiya civaka Sûriyeyê, neçarkirina dîtina çareyên demokratîk û adil ji doza kurd li Sûriyeyê re li gorî pîvan û qanûnên navneteweyî û mafên wê yên destûrî dike. Her wiha di dewleta welatîtiyê de mafên neteweyî yên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê di yekitiya Sûriyeyê û serweriya wê de parastiye.
  2. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêwîstiyek e û pêdiviyeke civakî ya girêdayî rewşa welêt e. Her wiha ji bo bidawîkirina aloziyên heyî pêwîstiyeke herêmî ye. Ya girîng divê ji tecrubeya Rêveberiya Xweser bi erênî û neyîniya wê sûd jê were girtin, nexasim di şêweyên rêveberiya gel li herêman. Divê li ser asta neteweyî ya giştî û di çarçoveya lihevkirina di navbera gelê Sûriyeyê de bi pêş bikeve, da ku yekitiya xaka Sûriyeyê, serweriya wê û pergala rêveberiya giştî xurt bibe.
  3. Artêşa Sûriyeyê, saziyeke neteweyî ya giştî ye, tenê bi rakirina çekan ve girêdayî ye û destwerdana siyasetê nake. Divê HSD ya bi awayekî cidî rola xwe di şerê li dijî terorê de lîstiye û hê jî li ser xurtkirina jiyana hevbeş dixebite, li ser bingeha form û mekanîzmayên lihevkirinê tev li vê saziyê bê kirin.

Li gorî vê, her du aliyan li ser xurtkirina peywendî û hevkariya li ser asta siyasî ya giştî û asta xebata yekser, li hev kir. Her du aliyan piştrast kir ku pêwîst e xebata hevbeş ji bo garantiya beşdariya MSD’ê di xebata siyasî ya tevahî hûrgiliyan de pêk bê û beşdarî komîteya destûra Sûriyeyê bibe. MOSKOV

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê