9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li başûr siyasetmedaran êrîşa Balafirgeha Silêmaniyê şermezar kirin

Li dijî êrişa ku li Balarfirgeha Silêmaniyê hat kirin siyasetmedarên başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku êriş li dijî hemû kurdan pêk hatiye. 

Duh di saetên êvarê de li dijî Balafirgeha Bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê êrîşek hewayî pêk hat. Gelek siyasetmedarên başûrê Kurdistanê bertek nîşan êrişê dan.

Qubat Talabanî: Cotyar adil ne berdevkê hikûmetê ye

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand ku Cotyar Adil ne berdevkê hikûmet Herêma Kurdistanê ye û tenê di nav hikûmetê de nûnertiya hizbekê dike.

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand ku bi tundî êrîşa ser Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê şermezar dikin û wiha got: “Hedef girtina balefirgehek sivîl ne tenê binpêkirina serweriya Iraqê ye, bilindbûnek metirsîdare li ser jiyana welatiyên Kurd. Cotyar Adil ne berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, tenê di hikûmetê de nûnertiya hizbekê dike. Ji ber wê nikare li ser navê hemû hikûmetê gotinan bike û daxuyaniya wî şermezar dikîn.”

Hêjayî gotinê ye ku di danê êvarê de Berdevkê Hikûmeta Herêmê Cotyar Adil wiha got: “Em xemgîniya xwe ji bo êrîşa li ser Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê nîşan didin. Ev rewşa metirsîdar di encama dagirkirina sazî û dezgehên hikûmetê de û bikaranîna ji bo karên ne yasayî derketiye.”

Bafil Talabanî: Silêmanî xeta me ya sor e

Serokê Yekitiya Nİştîmaniya Kurdistanê Bafil Talebanî di derbarê êrişa ser Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê de bi daxuyaniyekê ragihand ku kiryarên tawanan û derbaskirina sînorên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi çavsaxî û serpereştiya alî û saziyên emnî ên îstîxbarata navxweyî tên kirin û wiha got: “Ne tiştekî ecêb e û dîrokeke me ya dirêj li gel heye. Lê Silêmanî û dîroka wê, Silêmanî û xelkê wê ji xeyalên vala yên partiyek mezintir û qehremantir in ku navûdengê wê xirab bikin û jiyana xelkê wê xirab bikin. Berê YNK’ê ji bo parastina yekrêzî û bidestxistina berjewendîyên bilind ên gelê me bêhna xwe didan, lê berdewam reftarên ne guncaw ên hin dezgehên ewlekarî yên partiyeke siyasî di bin siya hikûmeteke deshilatdar û serdest de, hemû sînor derbas kiriye û rewş ber bi rawestanê ve biriye.”

Serokê YNK’ê her wiha tekez kir ku ew bi Kurdbûna xwe serbilind û wiha domand: “Kurdistan di dilê me de ye û em ji bo jiyana gelê xwe rû bi rû hemû metirsiyan bûne û dibin. Xirabkirina aramiya Herêm û Silêmaniyê xeta sor e.

Di dawiya daxuyaniyê de Bafil Talebanî got: “Em careke din û bi dengekî bilind dibêjin yan Kurdistan yan neman.”

YNK’ê êrîş şermezar kir

YNK’ê jî derbarê êrişê de daxuyanî da. Daxuyaniya YNK’ê wiha ye: “Ev cara duyeme dewleta Tirk li gel Silêmaniyê rêya hewayî digire. Cara yekem ji ber cezadayîna referandûma sala 2018’yan bû ku qaşo ji bo serxwebûnê bû. Cara duwem ya girtina geştên navbera Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê

Tirkiyeyê de duh bû ku bi hinceta Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê hevkariya Kurdên Rojavayê Kurdistanê dike bû. Ango ji ber ‘Kurdbûnê’ geştên ji Silêmaniyê rawestand.

Xebatên siyasî û dîplomatîk û pêşmergeyî yên Yekitî (YNK) yên li çiya û bajaran ji bo maf, Kurdayetî û ji bo Kurdistanê dayî, ne vala bû. Ji bo wê armanca siyasî ya Yekitî wek hêzek siyasî ji bo têkoşîna Kurdistanê ye ku navê wê jî Yekitiya Nîştîmanî ya Kurdistanê ye. Serokê Yekitî di civîna yekem a Yekitî de got; ‘Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê, tenê ne li Iraqê ye, her cih û parçeyên Kurdistanê cihê têkoşîna Yekitiyê ye.

Têkoşîna YNK’ê ji bo hemû Kurdistanê ye û hêzek Kurdistanî ye. Heke metirsiya terorîstên DAIŞ’ê li ser Kurd û Kurdistanê hebe, Yekitî amadeye ku bi lez ji bo parastinê biçe. Wek çawa li hewara Hewlêr û Kobanê çû, niha jî amadeye alîkariya cih û parçeyên din bike û metirsiya terorîstan ji holê rake. Ji vê re Kurdbûna rast tê gotin. Nekû bi dirûşma Kurdayetiyê propaganda dike û wek hêzên din berovajiyê Kurdayetiyê pêşengtî ji êrişên li ser Kurdan re dike.”

Seroka parlamentoyê jî êriş şermezar kir

Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Rêwaz Fayeq di derbarê êrişa li ser Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê de wiha ragihand: “Wek çawa hemû êrişên ji beriya niha li ser Balefirgeha Hewlêrê hatîn kirin ne rewa bûn, ti hincetek ji bo êrişa ne rewa ya ser Balefirgeha sivîl ya Silêmaniyê jî nîne. Hikûmet mecbûre li hemû bajarên Herêma Kurdistanê bi heman pîvanan tevbigere. Vê êrişê û her kesê ku vê êrişê rewa dibîne, şermezar dikîn.”

Hêjayî gotinê ye ku di danê êvarî de Asayîşa Silêmaniyê ragihand ku di saet 16:18’yan de li nêzîkî Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê teqînek çêbûye, lê ti ziyanên jiyanî û madî çênebûne.

Encumena parêzgeha Silêmaniyê di derbarê êrişa ser Balefirgeha Silêmaniyê de daxuyaniyek belav kir û wiha ragihand: “Bi tundî êrişa ser Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê şermezar dikin û nerazîbûnên xwe nîşan didin ku ev êrişek ne rewa û ne yasayî ye li ser jiyan û aramiya welatiyan û serweriya Kurdistan û Iraqê.”

Hevpeymaniya Fetîh: bêdeng nemînin

Ofîsa Ragihandinê ya serokê Hevpeymana Fetih Hadî Amirî derbarê êrişê de daxuyaniyek li ser tora civakî belav kir.Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Êrişa li ser balafirxaneya navneteweyî ya Silêmaniyê bi tûndî şermezar dikîn. Ev binpêkirinek eşkere ya ser serweriya xak û asîmanê Iraqê ye. Nabe bi ti awayî û dibin ti hêcetek de dijî vê bûyerê bêdeng bimînîn.”

‘Êrîşa li ser aramiy hemû kurdistanê ye’

Cîgirê serokê Herêma Kurdistanê Cehfer Şêx Mistefa têkildarî êrişê daxuyaniyek belav kir. Cehfer Şêx êrîşa ser balafirxaneya Silêmaniyê bi tûndî şermezar kir û wiha got: “Parastina canê welatiyan, ewlekarî, aramî erkê hikumeta Herêma Kurdistanê ye. Divê demê de pêwîste ji hemû daxuyaniyên ne berpirsyar dur bin.

Pêwîste hemû aliyên siyasî vê bizanin, êrîşa ser bostek nîştiman, êrîşa ser aramiya hemû Kurdistanê ye. Pêwîste em hemû li gorî ast û berpisyartiyên xwe rê li van êrişan bigrin. Canê welatiyan, serweriya xak û welat ji hemû êrişên nayên xwestin biparêzîn.”

Tevgera azadî li dijî êrişan banga têkoşînê kir

Tevgera Azadî li ber êrîşê rabû û daxuyanî da. Tevgera Azadî di daxuyaniyê biryara qedexekirina qada hewayî ya Tirkiye li balafirên Silêmaniyê û êrîşa dijî wê jî weke kareke dijminane binav kir û got: “Ev kareke dijminaneye. Di heman demê de binpêkirineke mezin û eşkereye ser serweriya axa Iraqê û Herêma Kurdistanê. Hebûna destê aliyekî emnî ya navxweyî di vê kiryarê de, xiyaneteke eşkere ya nîştîmaniye, di warê siyasî û exlaqî de wê bedeleke giran ya wê hebe.

Em bi tundî êrîşê şermezar dikin û binpêkirineke ne rewaye li ser bajarê aramî, hilmet û qurbanî. Daxwaz dikin gel û hêzên siyasî bihevre li dijî vêya bisekinin, ji bo xeyalên dagirkerana û nokeran were vala derxistin. Li gel êrîşkirina dijminane, daxuyaniya hikûmeta demborî ya herêmê ya bi rêya berdevkê wê jî şermezar dikin.”

Berdevkê hikûmeta demborî li cihê ku êrîşê şermezar bike, weke her timî rewatî pê da û helwesta nîştîmanperwer ya Silêmaniyê hedef nîşan da. Bêgûman ew kiryara tirsonek bê beyhudeye. Siyaseta girêdayî dagirkeran weke siyaseta talankirina nefta Kurdistanê mehkûmê têkçûnê ye.”

Ji PDK’ê hewldana rewakirina êrişê

Ji aliyê din ve Cotyar Adil ê PDK’yî jî êrîşê rewa kiribû û wiha gotibû: “Ev êriş di encama dagirkirina saziyên hikûmetê û pêşxistina karên neqanûnî de pêk hatiye.”