26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li benda mirina wî bûn!

Li girtîgehên Tirkiyeyê bi sedan girtiyên nexweş hene. Ji bo balkişandina ser rewşa van nexweşan, her hefte çalakî tên lidarxistin û tê daxwazkirin ku girtî bê berdan. Lê hikûmet van çalakî û daxwazên ji bo berdana girtiyên nexweş paşguh dike û ne girtiyên nexweş berdide ne jî bi rêk û pêk tedawî dike. Ji ber vê helwesta hikûmetê, girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin û cenazeyên wan ji malbatên wan re tên şandin. Girtiyê nexweş Sabrî Kaya jî yek ji van girtiyan bû ku di 22’ê gulanê de li Nexweşxaneya Balcali ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Çûkûrovayê jiyana xwe ji dest da.

Sabrî Kaya, li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê girtî bû û nexweşînên weke dil, xerabûna rîtmê, şekir, mîde, astim, bronşît, kolesterol û tansiyon lê peyda bûbûn. Ji 25’ê adarê ve Kaya gelek caran rakiribûn nexweşxanê û bêyî ku dermankirina wî temam bibe, cardin ew dişandin girtîgehê. Ji sedî 25 dilê Kaya dixebitî, krîza dil derbas kiribû û xwîn çûbû ser mêjiyê wî. Kaya 3 caran rakiribûn beşa lezgîn û di her sê caran de jî hatibû gotin ku “Rewşa wî baş e” û careke din ew şandibûn girtîgehê.

‘Ez ê bimirim’

Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyê ji bo Kaya, di 20’ê gulanê de rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” dabû. Lê Kaya, di heman rojê de sewqî Nexweşxaneya Balcali ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Çûkûrovayê hatibû  kirin. Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyê, li ser rapora Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyê, beriya ku Kaya jiyana xwe ji dest bide bi çend saetan biryara berdana wî dabû. Kaya, di hevdîtina telefonê ya 6’ê gulanê ya bi malbata xwe re kiribû, bal kişandibû ser rewşa xwe û wiha gotibû: “Êdî hêza min a li ber xwe bidim nemaye. Ez ê bimirim.”

Ji sala 2010’an ve girtî bû

Kaya, bi hinceta ku tev li bûyereke ku di sala 1998’an de pêk hatiye bûye, di sala 2000’î de li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê hatiye binçavkirin. Ji bo dosyeya wî biryara neşopandinê tê dayîn. Piştre li ser îfadeyên îtîrafkarek Kaya, careke din tê binçavkirin û cezayê girtîgehê lê tê birîn. Kaya, ji sala 2010’an ve di girtîgehê de bû. Di sala 2013’an de ji ber rewşa wî ya tenduristiyê, înfaza wî ji bo sê mehan tê rawestandin. Piştre Saziya Tiba Edlî dibêje nexweşînên wî tunene û carek din tê girtin.

Ev wijdanek çawa ye?

Biraziyê Kaya Serhat Kaya, der barê rewşa apê xwe de axivî û diyar kir ku apê wî di encama xemsariya rayedaran de jiyana xwe ji dest daye û bi van gotinan bertek nîşanî xemsariya dewletê ya li hemberî apê xwe da: “Piştî ku apê min mir, biryara berdana wî dan. Ev wijdanek çawa ye? Li benda mirina wî bûn. Ji bo apê min serî li Dadgeha Destûra Bingehîn hat dayîn. Lê hat redkirin. Piştî vê redkirinê rewşa apê min hê bêtir xera bû. Li ser vê yekê biryara berdana bi şertê sê mehan hat dayîn. Ji bo apê min mudaxeleyên pêwîst nehatin kirin. Ev pêvajo hemû bi zanebûn hat birêvebirin.”

Ji ber gumana vîrusa koronayê cenazeyê Kaya nedan malbata wî. Piştî kirina testa vîrusê, cenazeyê Kaya, li Goristana Asrî ya Ceyhanê hat veşartin.