26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Botan kevneşopiya neolotîk: Pale û zibare

Li xwezaya her welatekî berhemên cûr bi cûr şîn dibin, li her welatekî bi rengekî cuda dibişire xwezaya dewlemend. Ji ber vê yekê ye ku li her welatekî fêkî û nebatên cuda hene. Lê hin berhemên xwezayê hene ku li gelek welatan tên çandin û şêwaza çandiniyê û berhevkirinê ji hev diguherin. Şêwazên cuda li welatan dibin çand û kevneşopî û bi vê yekê li derdorê deng vedidin.

Çandiniya genim jî yek ji wan çand û kevneşopiyan e ku li Kurdistanê bi çandinî û berhevkirina xwe bûye rengekî welat. Paleyên welêt bi hevkarî û kêş û coşa berhevkirina simbilên genim bûne taybetiyeke Kurdistanê. Ji serdema Neolîtîkê heta roja me genim her tim bûye pêdivî û jiyana mirovahiyê. Û her ji wan erdan zêde bûye û li cîhanê belav bûye.
Erdê ku havînan hatiye gêsinkirin û heta payîzê vala maye ango bêhna xwe vedaye, di mehên payîzê de tê çandin. Welatî pêşmalkekê li ber xwe girê didin û hundirê wê tije tovê genim an jî ceh dikin. Her carekê kulmên xwe tije dikin û bi ser erda dewlemend de direşînin.

Bêhna xwezayê fireh e, heta ku wexta zîldanê neyê lez nake. Roj bi roj, hêdî hêdî, li benda biharê dimîne ji bo rengekî newaze. Di dawiya zivistanê de êdî xweza xêrhatina biharê dike û her cureyên rengê xwezaya Kurdistanê dixemilîne. Genim gihayekî wisa ye ku bi barana biharê tê avdan. Di dawiya biharê de bejna genim dirêj dibe, rengê kesk hêdî hêdî cihê xwe ji zerekî henûn re dihêle. Bi bayê biharê hundirê simbilan tije dibe û serê wan hêdî hêdî ditewe. Vaye dema dirûnê hatiye.
Bi germa havînê re demsala komkirina simbilên genim ango demsala paleyan dest pê dike. Ya rast çinîna genim ji bo paleyan ne wekî karekî ye. Helbet ev nayê wê wateyê ku ev kar ne karekî zehmet e. Lê belê di dirûnê de coşa welatiyan, civat û stranên ku di ber çinînê re dibêjin, dirûna genim vediguherînin şahiyekê.

Wexta ku welatî behsa paletiyê dikin wekî çandekê û kevneşopiyekê şîrove dikin. Ev ne gotineke ji rêzê û binê wê vala ye. Di kevneşopiya dirûna genim de hevkariyeke cîran, gundî û hogiran heye. Bi gotineke din civakê digihîne hev, mirovan ji tenêtiyê xelas dike. Her wiha karekî ku bi rojan bidome bi vî awayî di demeke kintir de diqede. Ev hevkariya ha bi gotina “zibare”yê tê binavkirin. Dem hatiye, wê welatî zibareya hev bikin.
Em li herêma Botan in. Ev der zeviyên genim yên aliyê Şirnexê ne. Kevneşopiya zibareyê li vê herêmê hê jî zindî ye. Ji ber ku li vê herêmê zeviyên fireh û mezin tune ne û erda ku lê çandinî kirine ne ew cih e ku makîneya dirûnê bikeve nav, kar dikeve ser milan. Welatî her sal bi hevkarî dexlên xwe didirûn. Çend malbat her roj digihîjin hev û bi dorê genimê xwe didirûn. Bi vî awayî ne dexlê kesî li erdê dimîne, ne jî xwediyên zeviya zêde reht dibin. Bi gotineke din welatî mil didin milê hev û karê xwe bi hevkarî ji holê radikin.
Di dirûna genim de pale bi yekrêzî bi hev re naxebitin. Ber bi aliyê paş ve nîvkevanekê çêdikin. Bi vî awayî nahêlin di nava erd de genim bimîne. Ji ber ku heke kesên pêş hin simbilan li paş xwe bihêlin jî paleyên li pişte yên ji ber yê pêşiyê mayî diçinin.
Di destekî paleyan de dasûk heye, bi destê din jî qevdek simbilên genim digirin û bi awayekî rîtmîk, bi hev re genimên xwe diçinin. Jixwe ya balkêş ew e ku piranî bi hev re ditewin û simbilan dibirin. Dibe ku ev yek bûbe sedem ku li gor tevgerên wan ên çinînê hin stran hatibin afirandin an jî dibe ku li gor rîtma stranan ditewin û diçinin. Ji ber vê yekê dengbêjî di karê paletiyê de cihekî girîng digire. Her çiqas paletî li ber dilê welatiyan şêrîn be û ji vê yekê kêfê bigirin jî di rastiyê de karekî zehmet e. Hêzeke baş jê re divê. Lê ji bo ku welatî ji vê kevneşopiyê pir hez dikin carinan bi hev re dikevin nav qayişkêşanê û ji hev re dibêjin ka em biceribînin kî dikare bêhtir berdewam bike.

Genimên ku ji dexlan hatine birîn bi qasî çend rojekê di nav erdan de dimînin. Piştî çend rojekê ku li ber rojê hişk dibe êdî ji nav erdan radikin. Pêvajoya neqandina simbilan û pêvajoyên din dest pê dikin. Feydeyên çandiniya genim ne tenê li mirovan dibe. Piştî ku simbilên genim tên birîn pûşê wan dimîne. Bi hêrandina wan pûşan ka derdikeve holê. Bi vî awayî welatî zadê zivistanê yên sewalên xwe bi dest dixin.

Zemanên berê hema bêjin li tevahiya Kurdistanê genim bi vê şêwazê dihate dirûn. Di salên dawî de bi pêşketina teknolojiyê mekîneyên dirûnê vê karê dimeşînin. Ji ber wê li welêt li kêm deveran mirov dirûna bi vî rengî dibîne. Lê belê herêma Şirnexê hê jî dev ji vê kevneşopiyê bernedane. Welatiyên şirnexî da ku ev kevneşopî berdewam bike bi zanebûn her sal tên gel hev û bi hev re dexlên xwe didirûn. Dengek tê ji dûr. Dengekî biêş, li ba dike hemû simbilan, dihejîne hemû pelan û konê xwe vedide li ser dilan. Ji nav zeviyan dengbêjek diqîre, dibe bayekî hênik ê berêvarên havînê. Fireh dike bêhna paleyên welêt û dibe sebra dilê welatiyan. Bi pale û zibareyê, xweza dîsa tev li jiyana Kurdistaniyan bûye û bi rengekî cuda hem li ser sifreya wan û hem jî di nava çanda wan de cih girtiye. Ji Neolîtîkê heta roja me ev çand bûye jiyanek ji bo welatê me. Û her wiha bûye rengekî welat û silavek germ dide ji bo pêşerojê.