26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêzedersên Kurmancî 6 – Cînavk III

Cînavkên Xwedîtiyê: Cînavkên xwedîtiyê ji qertafên veqetandekan û cînavkên kesane yên tewandî çêdibin. Yanî qertafên veqetandekan “a”, “ê”, “ên” û cînavkên kesane yên tewandî; “min”, “te”, “wê”, “wî”, “me”, “we”, “wan”ê çêdibin û dikarin li şûna navdêran bên bikaranîn. Dema di ravekan de raveber bikeve veqetandek bi cînavkan re wekî cînavkên xwedîtiyê tev digerin.

Mînak: – Pirtûka wî bi kurdî ye. (A wî bi kurdî ye.)

– Xaniyê wî derveyî gund e. (Ê wî derveyî gund e.)

– Destên wan hinekirî ne. (Ên wan hinekirî ne.)

Cînavka Pêgir/Pêve/Qertafî: Cînavkên pêgir, wekî cînavka kesê sêyem ê yekjimar di rola biresera tewandî de tê bikaranîn. Ev cînavk wekî qertaf tên dawiya hevokê, bi daçek û lêkeran ve dizeliqe. Her wiha cînavkên pêgir axaftinê hem kurttir dikin hem jî herikbartir dikin. Zayenda van cînavkan tune ye û ew nêtar in. Qertafa cînavkên pêgir “ê” ye.

Mînak: – Wî gotineke xweş gote wê. (Wî gotineke xweş gotê.)

– Şîlanê diyarî da wî. (Şîlanê diyarî dayê.)

– Wan slav neda şivên. (Wan slav nedayê.)

Cînavka Lihevxistî: Cînavkên lihevxistî ji daçek û cînavkan (berbihevîn, kesane, şanîdanê) pêk tên.

Ji + hev : jev (Ev kurik jev ketiye.)

Bi + hev : pev (Her du zarok pev ketin.)

Li + hev : lev (Wî du kevir lev xistin û agir pêxist.)

Di + hev : Em tev kurd in.

Ji + êk: Destên me jêk nekin.

Bi + êk : pêk (Ez û tu pêk ve biçin welat.)

Li + êk : lêk (Ew kîngê lêk hatin?)

Di + êk : têk (Em ê qet têk neçin.)

Daçekên ku bi “ê” çêdibin. Ev cînavk tenê bi kesên sêyemîn ên yekjimar re tên bikaranîn. Bi kesên sêyemîn “wan” re nayê bikaranîn.

Ji + ê: jê (Te ji wê re çi got? ) Te jê re çi got.

Di + ê: tê (Di pûnikê de sê hêk hene.) Tê de sê hêk hene.

Bi + ê: pê (Te çi bi telefona min kir?) Te çi pê kir?

Li + ê: lê (Ew fîstan lê hat.) Te bi wan çi çêkir? Bersiv wiha nabe: Min pê ev çêkir. Lewra “wan” pirjimar e di pirsê de lê di bersivê de “pê” bersiva yekjimariyê ye.

Cînavka Nediyariyê/Nebinavkirî: Cînavkên Nediyariyê dewsa navdêrên nebinavkirî digirin. Di kurmancî de rewşa tewandî a van cînavkan jî heye. Hinek cînavkên nediyariyê ev in: Yek, hin, hinek, tu, kes, kesek, her kes, hemû kes, ewk, çîk, filan, bêvan, her yek, piçek, hîç, qet, pir, gelek, gişk, çend…hwd. – “î” ji bo yekjimariyê – “an” ji bo pirjimariyê

Cînavkên Girêkî: cînavka girêkî dikeve pêşiya navdêr an jî cînavkeke din û wan bi komeke hevokê ya ku di pey wan re tê, girêdide.

Ser meselê:

– Ez pirtûkekê dixwînim. Pirtûk ya Celadet Alî Bedirxan e. – Pirtûka ku ez dixwînim ya Celadet Alî Bedirxan e.

Her wekî em di van mînakan de jî dibînin: Du heb hevok bi rê ya “a ku” ve gihîştine hevûdu û bûne hevokek.

Cînavkên girêkî yên kurmancî ev in: ê ku, a ku, ên ku. Carna ev cînavk di serê hevokê de jî tên bikaranîn: – Ê ku dans dike kurê wê ye. – A ku pirtûk dixwîne keça min e. – Ên ku govendê digerînin kurd in.

Cînavkên Berbihevîn: Cînavkên berbihevîn têkilî û danûstandina piralî, karê ku bi hev re û beramberî hev hatiye kirin nîşan dide. Cînavkên berbihevîn tu carî cihê kesên yekjimar nagirin. Çawa yanî ?

Ser meselê: – Em hevalên hev in. (an jî) Em hevalên êk in. Wekî di vê mînakê de jî dixuyê em behsa du kesan dikin û ev cînavk têkiliya di navbera wan de destnîşan dike.

– Em bi hevûdu re diçin dibistanê.

– Ew ji hev re nameyan dişînin.

– Em xuşkên êk in.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê