26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Çiyayê Cûdî xweza tê talankirin

Di bin kontrola leşkeran de ji aliyê cerdevanan ve li qada Besta Tîkera ya li Çiyayê Cûdî dar tên birîn.
Li qada Besta Tîkera ya li Çiyayê Cûdî ya girêdayî Şirnexê, di bin kontrola leşkeran de cerdevan daran dibirin û xwezayê talan dikin. Hat zanîn ku bi alîkariya cerdevanên ji Bajarokê Sêgirkê ya Qilebanê, hin welatiyan dar birîn. Ji roja sêşemê ve dar tên birîn û tê gotin ku rojane 400 ton dar tên birîn.
Li gor agahiyên hatin parvekirin komek nêzî 70 kesî ku bi piraniya wan cerdevan in bi xîzarê dar birîne. Li qada dar tên birîn nêzî 30 traktor jî didin xebitandin û rojane herî kêm 4 sefer daran dibin. Ev darên ku tên birîn vediguhezin tabûra leşkerî ya di navbera bajarokên Sêgirkê û Gundikê Melê de.
Li vê devera ku dar tên birîn nêzî qadên herêma ewlehiya taybet a leşkerî ne. Sala par jî li qadên Gûrariştê, Gera Rûviya, Şikira Kera ve Banê Elî yên bi ser gundên Cifanê, Nerex, Gilindor, Nêvava, Sorbitnê, Bêşêrê, Gundikê Remo ve bi mehan dar hatibûn birîn.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê