26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li derayê agirbest hat îlankirin

Di 31’ê tebaxa 2021’ê de bi garantoriya Rûsyayê lihevkirinek di navbera hêzên rejîma Sûriye û Komîteya Navendî ya Derayê de pêk hat û li gorî wê lihevkirinê agirbest hate îlankirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê û Komîteya Navendî ya Horanê têkildar Derayê li hev kirin.

Li gorî SOHR,  bi komîteya ewlehiyê û şandeya Rûsyayê ji bo pêkanîna daxwazan ji roja duşemê ve lihevkirin pêk hat. Ji bendên lihevkirinê; agirbest pêk were, ji bo kesên ku tên xwestin û radestkirina çekan çareserî were dîtin, kesên ku naxwazin rewşa wan were çareserkirin ber bi bakurê Sûriyê ve werin veguhestin, polîsên leşkerî yên Rûsyayê derbasî Dera El-Beled bibe û alaya hikûmeta Şamê û Rûsya werin hildan, her wiha 3 xalên hevbeş di navbera ewlehiya leşkerî û Lîwaya 8’an a girêdayî Feyleqa 5’an a hêzên rejîmê werin danîn.