Li navçeya Derbendîxan a Silêmaniyê Yekemîn Festîvala Berhemên Xwemalî destpê kir. Wê festîval 3 rojan berdewam bike.
Di festîvalê de gelek jin berhemên bi destê xwe çêkirin pêşan didin.
Xerîb Elî bi çend berhemên xwe yên weke hêjîr, mewîj, dibsa tuyan û keşk ji parêzgeha Helebce tevlî festîvalê bûye.
Ji derveyî Derbendîxanê nêzî 100 kesan ji Şarezûr, Helebce, Kelar û hinek navendên din tevlî festîvalê bûne. He rwiha gelek kes serdan dikin.
SILÊMANÎ