27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yekitiya Ewropayê li Brukselê dicive

Îro li Brukselê civîna welatên Yekitiya Ewropayê pêk tê. Di vê civînê de dê welatên Ewropayê helwesteke hevbeş a li hemberî Tirkiyiyê bidin xuyakirin. 

Tê payîn ku di civînê de li ser belavbûn û şêweyên tekoşîna li hemberî vîrûsa Koronayê were rawestadin. Her wiha der barê Tirkiye de li ser mijara mafên mirovan, dûrketina ji pêkanîna qanûnan,  xwevekişandina ji Peymana Stenbolê, aloziya bi Yewnenistanê re nîqaş bên kirin.

Her wiha tê payîn ku mijara bazara li ser penaberên li Tirkiyeyê jî ciheke sereke di van hevdîtinan de bibîne.  Gelek mijarên din ên wekî girtina siyasetmedaran, doza girtina HDP’ê, betalkirina parlamenteriya Omer Farûk Gergerlîoglû jî dibe ku di van hevdîtinan de werin rojevê.

BRUKSEL