26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mayin û amûrên leşkerî dibin sedema mirina zarokan

Gundê Yekmaller

Li herêma Botanê, heta niha ji ber mayin an jî amûrên cuda yên dewletê yên nehatine îmhakirin, gelek kesan jiyana xwe ji dest daye. Herî dawî roja 21’ê adara 2021’ê li mezreya Yekmaller a navçeya Qilebanê ya Şirnexê du zarok, Yûsûf Ata (14) û Caner Sak (16), dema ku sewalên xwe diçêrandin pêl mayinê kirin û jiyana xwe ji dest dan. Gundiyan ragihand ku heta niha bi dehan bûyerên wiha çêbûne û gotin ku ji ber mayin û amûrên leşkerî nehatine îmhakirin, her tim xetere li ser jiyana wan heye. Malbatên Sak û Ata têkildarî bûyerê axivîn.

Naîme Sak

‘Nehiştin ez kurê xwe bibînim’

Dayika Caner Sak ê jiyana we ji dest, Naîme Sak da zanîn ku kurê wê xwendekar bû û îsal nû derbasî lîseyê bûbû. Saka diyar kir ku ew debara xwe bi sewalkariyê dikin. Herêma Caner û Yûsûf pezê xwe birine lê çêrandine, gundî jî diçin pezê xwe li wê derê diçêrînin û di heman demê de cihê seyranê ye jî.

Naîme Saka behsa roja bûyerê kir û ragihand ku roja yekşemê piştî ku Caner diçe ber pez û bi çend seatan şûn de li gund hawar tê daxistin û wiha got: “Gotin li pişt qereqolê teqîn çêbûye. Em jî rabûn bi hawara wan ve çûn. Me xwest ku em cenazeyê wan bibînin. Lê nehiştin û bi lez û bez cenaze bi helîkopterê rakirin nexweşxaneya Şirnexê. Nehiştin ku ez kurê xwe bibînim. Dewletê tiştek ji me re negot. Em nizanin ka çawa jiyana xwe ji dest dane. Pêl mayinê kirin an mayin di destê wan de teqiyaye yan jî bi awayekî din e, em nizanin. Heta niha tu tiştek jî ji me re nehatiye gotin. Kezeba me şewitî bila kezeba dayikên din neşewite.”

‘Em nizanin bi çi awayî jiyana xwe ji dest dane’

Dapîra Yûsûf Ata yê jiyana xwe ji dest da, Qazê Ata jî behsa roja bûyerê kir û anî ziman ku Yûsûf gotiye wê biçe seyranê û li wê derê ew Caner hevdu dibînin. Ata da zanîn ku ew nizanin zarokên çawa jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Em nizanin top li wan ketiye, yan pê li mayinê kirine yan jî di destê wan de teqiyaye. Me ne birînên wan dîtin, me ne cenazeyên wan dîtin, me tu tiştê wan nedît. Nehiştin ku em biçin ser cenzaeyê wan jî. Cenaze bi helîkopterê birin Şirnexê. Em çûn Şirnexê jî cenaze nîşanî me nedan. Ev herêm bi tevahî agir e. Mirov nikare gavek biavêje. Neviyê min nîşanî me nedan. Dilê me şewitandin.”

ŞIRNEX