27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Dêrsimê SÎHA’yan sivîlek kuşt

Li navçeya Pulurê ya Dêrsimê, Murat Yildizê ku ji gundê Kilmer bû, di navbera gundê Axdat û Havsî de derket kariyan berhev bike, lê rastî bombebarana SİHA’yên dewleta tirk hat û hat kuştin. Agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine wergirtin diyar kirin ku leşkeran  bav û birayê Murat Yildiz birine cihê bûyerê û cenazeye şewitî nîşanî malbatê dane da ku teşxîs bikin. Li ser vê yekê malbata Yildiz dê biçe Saziya Tibê ya Edlî û testa DNA’yê çêbikin.

Welatiyê 28 salî Mûrat Yildiz ê li gundê Kilmer a girêdayî navçeya Pulur a Dersimê dijiya, di 7’ê gulanê de, ji bo ku ji heywanên xwe re stargehê çêbike, bi wesayîta xwe ve diçe zozanên gundê Agaçpinar. Li gorî îdîayan dema ku Mûrat Yildiz diçe zozanan ji aliyê balafirên şer ên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) ve tê bombebaran kirin û jiyana xwe ji dest dide. Dûre Fermandariya Qereqola Navçeya Pulur bangî malbata Yildiz a li gund dijî dike û ji malbatê dixwaze ku biçe Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê û testa DNA’yê bide. Der barê mijarê de hîna tu daxwuyaniyek fermî nehatiye dayîn. Lê Fermandariya Giştî ya Eskerî, di parvekirina xwe ya medya civakî de, îdîa kir ku li çoltera Pulurê 3 HPG’iyan jiyana xwe ji dest da ne.

Bavê Yildiz Mazlûm Yildiz ê têkildarî bûyerê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û diyar kir ku kurê wî ji bo ku cih ji heywanên xwe re veqetîne ji malê çûye zozanan û wiha axivî: “3 panzêran kurê min şopandine. Şahidan vê yek ji me re gotin. Ji xwe dûre me tu agahî ji lawê min negirt. Em bi wî re dixebitin. Li gund, dema ku min heywanên xwe diçêrandin, kesekê ku min wî nas nedikir hat gel min. Ji min re got, wesayîtekê ku şewitîbû biriye Pulurê û di wesayîtê de 3 kes hebûn. Min pirsa modela wesayîtê jê kir, bersiva ‘taksî bû’ da min. Gava min pirsa rengê wê kir got, bi konekê ser girtibûn.”

Bavê Yildiz, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ji qereqolê bangî min kirin. Eskeran wesayîta şewitîbû nîşanî min kirin. Wesayît nedihat naskirin. Ji wesayîtê tiştek nemabû. Eskeran gotin, ‘kesên di wesayîtê de bûn gule berdane helîkopteran. Kesekî di wesayîtê de, seqet bû. E başe, çawan dîtine ku kesek seqet di wesayîtê de ye? Ez difikirim ku ixbar li wan hatibe kirin. Ji bo testa DNA’yê em ê sibe ji Dozgeriya Pulurê daxwaznameyê bigirin û herin Meletiyê.”

Parlamenterê HDP’ê Alîcan Onlu yê serdana malbata Yildiz kir jî wiha got: “Her tim bi heman hincetan mirinên sivîlan aşkera dikin. Di 5 salên dawî de, li Geliyê Pîlemûriyê û Çemê Venkê gelek sivîl hatin kuştin. Çi dibe bila bibe, li qada şer qetilkirina sivîlekê sûcê şer e. Ev ciwanê me jî, ji bo heywanên xwe diçe zozanan, lê bi qetilkirinek wiha re rûbirû dimîne.”

DÊRSIM