26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî operasyonê û hevkariya PDK’ê bertek zêde dibin

Dewleta tirk li Zap, Avaşîn û Metînayê operasyona dersînor da destpêkirin û li dijî operasyonê û hevkariya PDK’ê bertek zêde dibin.

Hevserokê Yekîtiya Nîştimana Kurdistan (YNK) Lahor Şêx Cengî ku tevlî Kongreya Pêşmergeyên Dêrîn a li bajarê Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê hat lidarxistin bû, bertek nîşanî êrişa Tirkiyeyê ya li Herêma Kurdsitanê da. Cengî, helwesta PDK’ê ya ji bo êrişê rexne kir û ev tişt got: “Pêşmerge hêzeke rêxistinî û netewî ye û divê peşmêrge ne ji bo me û ne jî ji bo kesek din, neçin şerê birakujiyê.”

Pêşmergeyên Dêrîn bi bertek in

Serokê Komeleya Pêşmegeyên Dêrîn ê Herêma Kurdistanê Cemîl Hewramî, bertek nîşanî bêdengiya li dijî êrişên Tirkiyeyê da.

Li gorî nûçeya di Rojnewsê de ci digire; Hewramî ev tişt gotiye: “Tirkiyeyê xaka Kurdistanê dagir kiriye, 70 baregeh di nava xaka Kurdistanê de avakiriye û bi çekên qedexe herêmê bombebaran dike. Ne tenê bêdengî heye, hinek kes ji vê yekê kêfxweş in.”

Bêdengî dibe sedema êrîşan

Parlementerê Parlementoya Iraqê Selîm Hemze, diyar kir ku sedema êrîşên Tirkiyeyê bêdengiya partiyên siyasî yên Iraqê ye û wiha got: “Rayedarên Iraqê ji tiştên qewimin berpirsyar in.” Li gorî nûçeya ku di Rojnewsê de cih digire; Selîm Hemze bi bîr xistiye ku Tirkiye axa Iraqê dagir dike û serweriya Herêma Kurdistanê bin pê dike û ev nirxandin kiriye: “Em kesên ku li dijî dagirkirina Tirkiyeyê deng dernexînin jî şermezar dikin. Hemû partiyên Iraqê li dijî binpêkirina axa Iraqê tercîh dikin ku bêdeng bimînin. Mafê Hikumeta Iraqê nîne rê bide artêşeke biyanî ku Iraqê dagir bike û serweriya wê bin pê bike. Divê parlamento li ser vê mijarê biryarekê bide lê heya niha jî parlamentoyê tu biryarên wisa nedaye.”