26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî Talîbanê xwepêşandanan dest pê kir

Serokê Eniya Berxwedanê Ehmed Mesûd bang li gelê Afganistanê kir ku dest bi xwepêşandanan bikin û nerazîbûna xwe ya li dijî tevgera Talîbanê bînin ziman. Ehmed Mesûd bang li gel kir ku ji bo azadî û rûmeta welat divê her kes nerazîbûna xwe bîne ziman.

Êvara roja duşemê li bajarê Kabul û Mezar El Şerîf xwepêşandan çêbûn û bangên ji bo berdewamiya xwepêşandanan hatin kirin.

Mesûd di tomareke deng de bang li gelê afganî kir û wiha got: “Ez îro dixwazim peyamekê bidim gelê xwe yê xoşewîst, ez dixwazim ku hûn li hundir û derveyî welat dest bi serhildaneke giştî bikin, ji bo rûmet û azadiya welatê xwe. Divê her yek ji cihê xwe tiştê ku jê tê bike û em ê her dem li kêleka gelê xwe û berxwedêran bin.”

Tevgera Talîbanê jî piştî ku derbasî navenda Pêncşêrê bû dîmenek ji cihê peykerê Ehmed Şah Mesûd lê hatibû bicihkirin, belav kir.

Ji aliyekî din ve serokê Eniya Berxwedana Pêncşêrê Ehmed Mesûd da xuyakirin ku di şer de gelek kes ji malbata wî û hinek rayedarên leşkerî  jî hatine kuştin û dubare got ku dê berxwedana li Pêncşêrê li dijî Talîbanê berdewam bike.