3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li festivala Silêmaniyê, filmê ‘Ji Bo Azadiyê’ hat qedexekirin

Li Silêmaniyê di 17’ê kanunê de 5’emîn Festîvala Filman a Silêmaniyê ya Navnetewî destpêkir. Biryar bû di 18’ê mehê de saet saet 22.00’an de di 5’emîn Festîvala Filman a Silêmaniyê ya Navneteweyî de filmê ‘Ji bo Azadiyê’ bihata pêşandan. Lê pêşandana film ji aliyê organîzetorên festîvalê ve hat rawestandin. Piştî ragirtina filmê, duh Komîna Film a Rojava daxuyaniyek weşand. Komînê ragihand ku ji ber festîval ne platformek azad e, ew filmê xwe yê dûyem jî ‘Dema Dirîreşkan’ ji festîvalê dikşînin.

Têkildarî mijarê gelek derhêner û şanogerên bertek nîşan dan.

Şanoger Rehên Rêbwar der barê filmê ‘Ji bo Azadiyê’ de wiha got: “Mixabin bê hincet, pêşandana vî filmî hat qedexekirin. Film hêjayî temaşekirinê bû, lê ev ne cara yakeme zextên siyasî li ser sînemaya kurdî çêdibin. Sînema tê wateya şoreş û helwestê, lê mixabin ji ber em dibin vê siyaseta dîkdatordene, rê li şoreşê jî tê girtin. Ez li vir ji bo derhêner û lîstikvnên filmê ‘Ji bo azadiyê’ dibêjim, ev nîşana serkeftin û hêza we ye. Huner bê sînor e, berdewam bikin û ranewestin.”

Derhêner Herdî Semîr jî got ku diviyaba beriya ku film were qedexekirin, ji rêveberên film re hatiba gotin û wiha axivî: “Pêwîst bû me film temaşe kiriba. Divê li dijî qedexeyê helwestek hebe, ji ber ku zilm û zordariya hatiye seran kurdan nehiştiye ku sînema jî pêş bikeve û divê em bi filmên wek ‘Ji Bo Azadiyê’ xwedî derkevin. Ez ji ber nîşanedayîna vî filmî xemgîn im, hêvîdarim bi derfetek baştir were nîşandan.”

Derhêner Kusret Burhan jî der barê qedexekirina film de got; “Çawa dibe di deqeya dawî de biryarek wisan bidin, ev cihê rexneyê ye. Em li benda temaşekirina wî filmî bûn, mixabin li Herêma Kurdistanê hemû huner û sînema di bin serweriya siyasiyê de ye. Ev yek bandorek nerênî jî çêdike, baweriya me bi azadiya sînemayê heye.”