5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dewletê birayê min kuşt’

Polîsan cenazeyê Vedat Çem Erkmen ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, nedan malbatê û revandin.  Erkmen duh êvarê li Girtîgeha Jimara 2’yan a Tîpa F’yê ya Tekîkdagê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da. Cenaze serê sibehê anîn Miduriyeta Goristanan a Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê. Malbatê xwest cenazeyê lawê xwe bibe Komeleya Bazarcixa Dîgorê ya li navçeya Esenyûrtê. Lê polîs bûn asteng. Malbatê bertek nîşanî astengiya polîsan da û got: “Ji ber em kurd in, cenazeyên me nadin me.”

Hat zanîn ku cenazeyê Erkmen birine Vakfa Mehmetçîk a navbera Gebze û Stenbolê.

Birayê Vedat Erkmen Saîm Erkmen bertek nîşanî helwesta dadgehê da û got: “Îdareya girtîgehê îdîa dike ku Vedat întîhar kiriye. Lê em bawer nakin ku birayê min întîhar bike. Birayê min ne kesê întîhar bike ye. Dewletê birayê min kuşt. Ji bo vê yekê veşêrîn bêyî malbat û parêzeran Saziya Tipa Edlî.”