26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Riham Hesen: Tirkiye bêyî destûra hêzên navneteweyî nikare êrîşî Şengalê bike

Êrîşên Tirkiyeyê ên li ser Şengalê bi taybetî jî êrîşên li hemberî Rêveberiya Xweser a Şengalê di demên dawî de berfirehtir dibin. Herî dawî di 7’ê kanûnê de Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel di êrîşeke hewayî de hat şehîd xistin û di 11’ê kanûnê de jî Meclisa Gel a Xanesorê bi balefirên şer hat bombebarin kirin.

Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Riham Hesen a ku di 4’emîn Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de li gel Merwan Bedel wekî hevserok hatibû hilbijartin, der barê hedef û armancên van êrîşên Tirkiyeyê û hêzên ku piştgiriya van êrîşan dikin ji Ajansa Rojnewsê re axivî.

Riham Hesen di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser armancên êrîşên dawî yên li ser Şengalê û wiha got: “Yên di pêşxistina hêz û îradeya Şengalê de pêşengiyê dikin, tên hedefgirtin. DAIŞ dema êrîş bir ser Iraqê, li Şengalê şikest. Kesên ku Şengal parastin û di avabûna Şengala azad de kar meşandin, piştî şikestina DAIŞ’ê hatin hedef girtin. Ji Seîd Hesen heya Merwan Bedel ev êrîş bi vî rengî pêşketin.”

‘Tirkiye bi tena serê xwe nikare êrîş bike’

Hesen derbarê hêzên li piştperdeya van êrîşan de jî nirxandinên girîng kir û destnîşan kir ku di pratîkê de dewleta tirk van êrîşan pêk tîne lê sûcbar ne tenê Tirkiye ye û ev tişt anî ziman: “Em zanin ku dewleta tirk endamê NATO’yê ye. Hêzeke wisa nikare tena serê xwe biryar bide û li êzidiyan bixe. Amerîka di serî de, endamên NATO’yê berpirsyarê vî tiştî ne. Tirkiye bi xwe dijminê koka me, dijminê kurd û êzidiyan e. Lê ev êrîşên ku niha li ser Şengalê têne kirin, plansaziyeke navneteweyî ye. Em dibînin bêdengiyeke gelek mezin heye. Tirkiye li pêş çavan e lê hêzên din li pişt perdê ne.”

‘Merwan Bedel pêşengek bû’

Riham Hesen û Merwan Bedel, di vê kongreyê de ji aliyê Meclîsa Gel ve wekî hevserok hatibûn hilbijartin û di nav dema borî de bi hev re xebat meşandibûn. Riham Hesen derbarê têkoşîna Merwan Bedel de jî wiha axivî: “Pêşengekî xurt a civaka me bû. Fermandarê YBŞ’ê bû lê ji ber pêdiviyan bê dudilî hat û tev li xebatên Rêveberiya Xweser bû. Dijmin her tim hesabê însanên wisa dike û hedef digire. Hevalê Dijwar piştî kongreyê hate hedefgirtin.”

Bêdengiya hêzên navneteweyî

Der barê bêdengiya hêzên navneteweyî jî Riham Hesen rexne û bertekeke tund nîşan da û ji wan hêzan re ev bangawazî kir: “Ew hêzên ku dibêjin ‘Em jenosîda êzidiyan qebûl dikin’, ew tenê li ser peyvê maye. Gelek dewlet jenosîda êzidiyan nas kirin. Lê li ser rûyê erdê çi heye? Ji aliyekî ve dibêjin em jenosîda Êzidiyan qebûl dikin, li aliyê din lojîstîkê didin dewleta tirk. Ew alîkarî didin dewleta tirk, ew jî tên bi vê alîkariyê Şengalê dagir dikin. Ev jî berdewamiya fermanê ye.”

Hincetên Tirkiyeyê

Di êrîşên li ser Şengalê de dewleta tirk her carê hebûna PKK’ê dike hincet. Riham Hesen ji bo vê mijarê jî wiha axivî: “Em wekî civaka Êzidî, kesên ku bi tengaviya me re hatine tu caran ji bîr nakin. Em ê hurmeta xwe jî heya dawiyê ji wan re bidin nîşandan. Û eger lazim bû em ê parastina wan jî bikin. Lê rastiyek e, di 2018’an de bi tensîqa bi hikumeta Iraqê re PKK ji Şengalê derket. Hikumeta Iraqê zane ku hêza PKK’ê li Şengalê nîne, lê li ber van êrîşan bêdeng e.”

Bêdengiya hikûmetê Iraqê

Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Riham Hesen bêdengiya hikumeta Iraqê jî rexne kir û got ev bêdengî dibe sedem ku serweriya Iraqê ji binî ve hilweşe, ji ber ku hikumeta Iraqê nema dikare parastina civaka xwe bike, dewleta tirk jî vê lawazî û kêmasiyê dibîne û planên xwe dixe meriyetê.

Banga ji bo Neteweyên Yekbûyî

Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Riham Hesen di dawiyê de destnîşan kir ku ew ê di sala 2022’an de ji bo xurtkirina Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê têkoşîna xwe bilind bikin û ev bangawazî li hêzên pêwendîdar kir: “Projeya me Xweseriya Şengalê, tiştek ji qanûna dewletê qut nîne. Eger hikumeta nû ya Iraqê were avakirin, em ê hewl bidin ji bo Rêveberiya Xweser a Şengalê bi wan re kar bikin. Di destûra Iraqê de jî heye ku her milet, karibê xwe birêvebibe. Li Iraqê gelek milet û diyanet vê xala destûrê ji bo xwe bikaranîne lê ev ji bo Şengalê pêk nehat. Em bang li Neteweyên Yekbûyî jî dikin ku, alîkariya dewleta tirk nekin, lojîstîk nedin wan. Ji ber ku dewleta tirk bi alîkariya wan êrîşî me dike. Ya din em bang dikin ku qada hewayî ya Iraqê ji dewleta tirk re were qedexekirin.”