8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li gor rejîma Îranê kurd ‘xizmetkar’ên wê ne

Rejima Îranê bi salan e li hember kurdên rojhilatê Kurdistanê bi polîtîkayên tund tevdigere û di bin navê sûcên siyasî, bi awayên cuda bêyî dadgehkirina vekirî û qanûnî kurdan bi dar ve dike. Em dikarin bêjin dîroka rejîma Îranê li ser tundî, zext, kuştin û bidarvekirinan hatiye avakirin.

Îran li cîhanê ji aliyê darvekirinan ve di rêza yekemîn de ye. Heta niha li hember vê zilma rejîmê dengekî xurt li qada navneteweyî derneketiye. Ji ber vê yekê dewleta Îranê her sal bi dehan kurd, şoreşger û çalakvanan bi dar ve dike.

Her wiha rejîma Îranê di rojên borî de li bajarên Rojhilat û Tehranê li hember çalakvan û welatiyên kurd dest bi binçavkirinan kiriye û bi dehan çalakavan, xwendekar û welatiyên kurd hatibûn girtin. Der barê mijarê de Endamê Konseya Rêveber a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Seîd Saêdî axivî û diyar kir ku armanca bidarvekirinên Îran dike çavtirsandin e.

Siyaseta qirkirinê kûrtir dike

Seîd Saêdî da zanîn ku pêvajoya girtin û qirkirina siyasî ya li Îranê ji heyama komara îslamî heta roja îro berdewam e û wiha got: “Di salên borî de siyaseta girtin û zextên li ser kurdan zêdetir bû. Piştî ku nerazîbûna gelê kurd li hember siyaseta desthilata Îranê zêde bû, rejîmê jî siyaseta qirkirina siyasî li ser kurdan kûrtir kir.”

Zextên çavtirsandinê dike

Endamê KNK’ê Seîd Saêdî der barê armanca qirkirinên siyasî de ev tişt anî ziman: “A yekem desthilata Îranê dixwaze bi zextên li ser gelê kurd, gelên din ên Îranê û çalakvanên Îranê çavtirsandî bike da ku li dijî kiryarên rejîmê nerazîbûn nîşan nedin. A duyemîn jî dixwaze bi gelên din ên Îranê bide bawerkirin ku gelê kurd dixwaze Îranê parçe bikin.”

Wek xizmetkar dibîne

Saêdî di berdewama axaftinê de destnîşan kir ku desthilata Îranê kurdan wek xizmetkarê xwe dibîne û wiha domand: “Îran li rojhilatê Kurdistanê rola kurdan bi tenê wekî xwedîkirina sewalan dibîne û wan wekî xwediyên sewalan bi nav dike. Vê siyaseta desthilatdariyê xwe di çapemeniya Îranê de jî daye der. Di çapemeniya Îranê de cil û bergên kurdî bi ‘cil û bergên şivanan’ tên binavkirin. Di hinek pirtûkên xwe de jî vê yekê tînin ziman.”

‘Çalakvan bila yekitiyê xurtir bikin’

Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Seîd Saêdî destnîşan kir ku li rojhilatê Kurdistanê tirsek zêde ya rejîma Îranê ji îradeya gelê kurd heye û axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir: “Ji bo wê divê çalakvanên rojhilatê Kurdistanê xebat û têkoşîna xwe hîn xurtir bikin. Partî û aliyên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê jî yekitiya xwe xurtir bikin û bibin piştevanê xebat û têkoşîna rojhilatê Kurdistanê.”