spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li gorî bajaran bernameya Newrozê

Bernameya Newrozê ku îsal wê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî" bê pîrozkirin, bajar bi bajar hat aşkerakirin.

Li bakurê Kurdistanê di serî de Amedê li tevahiya bajaran bi beşdariya bi milyonan tê pîrozkirin. Newroz wê îsal jî bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” dîsa bi beşdariya milyonan bê pîrozkirin. Ji ber erdhejên ku di 6’ê sibatê de li Gurgumê pêk hatin wê Newroza 2023’yan diyarî qurbaniyên erdhejê bê kirin.

Starta Newroza 2023’yan bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li Stenbolê bi deklarasyonekê hate dayîn.

Agirê destpêkê li Şemzînanê tê hilkirin

Bernameya Newroza ku îsal wê li 43 navendan bê pîrozkirin diyar bû. Agirê ewil ê Newrozê wê îsal di 15’ê adarê de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê bê hilkirin. Bi boneya Komkujiya Helebçeyê dê di 16’ê adarê de çalakiyên bîranînê bên lidarxistin. 17’ê adarê jî ji ber ku dibe çilroja erdheja Gurgumê wê di vê rojê de pîrozbahî neyên kirin.

Fînala pîrozbahiyên Newrozê wê di 21’ê Adarê de li Amedê bê kirin. Li gel 43 navendan her wiha wê li tevahiya bajar, navçe, gund û bajarokan agirê Newrozê bê hilkirin û pîrozbahî bên kirin.

Bernameya Newroza 2023’yan ku wê li 43 navendan bê pîrozkirin wiha ye:

18’ ê adarê

Colemêrg, Xarpêt-Dep, Agirî-Panos, Mûş-Kop, Aydin-Germencîk

19’ê adarê

Stenbol, Wan, Mêrdîn-Qoser, Colemêrg-Gever, Dêrsim, Çewlik, Êlih, Sêrt, Îdir, Mûş, Enqere, Mêrsîn, Antalya, Îzmîr, Aydin, Mûgla, Denîzlî, Manîsa, Bûrsa, Tekîrdag, Balikesîr, Kocaelî-Gebze, Agirî-Bazîd, Bedlîs-Tetwan, Sakarya-Arîfiye

20’ê adarê  

Qers, Agirî, Erdexan, Mêrdîn-Nisêbîn, Erzirom-Qereyazî

21’ê adarê

Amed, Şirnex-Cizîr, Riha-Wêranşar, Çanakkale