6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îranê 5 hezar xwendekar hatine jehrîkirin

Epîdemiyolojîst Dr. Abbas Mansouran, der barê rewşa dawîn a li Îranê de da zanîn ku herî kêm 5 hezar xwendekar hatine jehrîkirin û wiha got: “Li gorî texmînan gaza tê bikaranîn gaza rehikan e.”

Li Îranê, di meha îlonê ya sala 2022’yan de ji ber kuştina jina ciwan a kurd Jîna Emînî ya ji aliyê dewleta Îranê ve bi pêşengiya jinan serhildana “Jin Jiyan Azadî” dest pê kir. Ev serhildan tevî hemû astengiyên dewleta Îran jî hê didome. Di rojên dawîn de dewleta Îranê, jinên ku pêşengtiya serhildanê dikin kiriye hedef û xwendekarên jin ên li dibistanan jehrî dike. Li gorî daneyên fermî heta niha 4 xwendekaran di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin hejmara miriyan ji hejmara fermî gelek zêdetir e. Aktîvîstê tevgera Enternasyonalîst û Sosyalîst Epîdemiyolosît Dr. Abbas Mansouran, der barê êrîşan de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û rewşa dawîn a li îranê ragihand.

Mansouran, diyar kir ku êrîş di demeke nêz de li gelek herêman belav bûne û wiha got: “Ji roja ewil heta niha rejîm têkildarî gazên kîmyewî agahiyan vedişêre. Di ambûlansên dişînin dibistanan û li nexweşxaneyan sîxûrên rejîmê hene. Heta encamên tehlîlên xwînê jî tên veşartin. Qedexe kirin ku tehlîlên xwînê li klînîkên taybet bên kirin. Rejîm naxwaze agahiyên têkildarî gazê bên belavkirin û ev yek nîşan dide ku yên van êrîşan dikin rejîm bi xwe ye.”

Çekên profesyonel

Der barê bandora gaza li dijî xwendekaran tê bikaranîn de Mansouran, ev tişt anî ziman: “Kesên ji vê gazê bibandor dibin, divereşin, serê wan diêşe, dest û lingên wan ditevizin û mîna felcê lê dibe. Hinek kesên ji gazê bandor bûne dibêjin ku bêhna kukurtê hatiye wan, bêhna ava qirêj û masiyên rizî hatiye wan. Dema em van dinirxînin, wisa texmîn dikin ku gaza rehikan tê bikaranîn. Em nizanin bê ka ev gaz dê di rojên pêş de bandoreke çawa li zarokan bike. Rejîmê ji ewil ev yek red kir lê piştre qebûl kir ku ev hîsterî ye. Herî dawî jî got ku ev gaz ‘gaza azotê ye.’ Weke bijîşkekî dikarim vê bibêjim; azot pir kêm caran bandorê li mirovan dike û heke oksîjen nebe, gaza azotê mirovan jehrî dike.”

Mansouran, bi lêv kir ku gaza tê bikaranîn li cihekî profesyonel tê amadekirin û wiha pêde çû: “Teknîka hewce ya ji bo amadekirina vê gazê ne di destê tu rêxistinan de heye û ne jî di destê gel de. Ev gaz, veguherandine çekên pir profesyonel. Li gorî me ev di destê gel de tune ne. Ji ber ku ji bo amadekirina van pêdivî bi laboratuarê heye û ev jî di destê gel de nîne. Armanca çekên tên bikaranîn, xwendekarên keç in.”

5 hezar xwendekar jehrî bûn

Di berdewamê de Dr. Mansouran, destnîşan kir ku heta niha li 24 bajaran 5 hezar xwendekar jehrî bûne û der barê mijarê de ev agahî parve kirin: “Cara ewil 3 meh berê li Kumê hate bikaranîn. Piştre belav bû. Bikaranîna wê ya li dibistanên ewil girîng bû ji ber ku dibistanên hedef hatine girtin, ew dibistanin ku tev li çalakiyên Jîna Emînî bûbûn. Balkêş e ku dema êrişan dikin, deriyên dibistanan digirin. Nahêlin kesek bikeve dibistanan. Ev yek nîşan dide bê ka êriş çiqas bi organîzeyî ne. Tu dane di destê me de nînin bê ka ev gaz encamên çawa bi xwe re tînin. Lê em vê fêm dikin; dewlet naxwaze xwendekaran bikuje lê jehrî dike.”

Mansouran, got ku tevî hemû hewldanên rejîmê jî çalakiyên “Jin, jiyan, azadî” berdewam in û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Xwendekarên keç ên tev li çalakiyan bûn, hemû tiştên dewletê bo xwe pîroz didît serûbin kirin. Rejîm dixwaze bi van êrişên kîmyewî di nava civakê de travmayê çêbike. Dixwazin zarokên keç ceza bikin. Tevgera şoreşgerî ya jinan li gelek deveran belav bû. Hemû jinên îranî tev li bûn û vê jî rejîm pir aciz kir. Ji ber ku bêçare man. Rejîm dixwaze ji bo demekî jî be pêşî li ber mafê perwerdeyê yê jinan bigire. Lê ev planên rejîmê bi kêr nehatin. Ji ber ku hem mamoste û hem jî malbatên zarokan bi çalakiyan bersiv dan.

Gelên Îranê di erefeya şoreşê de ne. Îktîdar, mîna berê nikare pêşî li ber çalakiyan bigire. Dibêje qey bi dûrxistina jin û zarokên keç dê bikara hêza xwe komî ser hev bike. Heke ev êrişên kîmyewî bi ser kevin, dê îcar jî xwendekarên keç ên zanîngehan hedef bigirin. Û bi vê yekê re pergaleke perwerde ava bikin. Dewlet krîzekî dijî û zehmete ku ji vê krîzê derkeve. Rewşa rejîmê roj bi roj xerabtir dibe. Hevgirtina gelan vê rewşa wê xerabtir dike. Rejîm pir bi eşkereyî nikare bi çekan destwerdanê bike ji ber ku 5 meh derbas bûn û li Belucistan û Kurdistanê gel dîsa xwe organîze dike. Tevî qedexeyên derketina kolanan jî gel dadikeve kolanan. Karker bi grevan piştgiriyê didin çalakiyan. Ev îktîdar êdî ji hev belav dibe.”