26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Idlibê çi dibe?

Di vê dema dawî de bi rengekî berbiçav rejîma Sûriyeyê hêzên xwe li derdora Idlibê zêde dike û asta pevçûnên bi komên çekdar re jî zêde dibe. Li vir di serê her kesî de pirseke wiha çêdibe: Gelo rejîm dixwaze şerekî berfireh li dijî komên çete ên li Idlibê bike?

Niha Idlib bûye ciyê herî mezin ê çekdarên tundîparêz û çeteyên ji welatên cuda ên cîhanê li wir hatine komkirin. Ev hejmara mezin ya çekdarên radîkal û çeteyan dibe ku bandora xwe ne tenê li Sûriye lê li welatê derdorê jî bike û heta li welatên cîhanê jî bike. Dibe ku ew bibin bela serê rûsya, Çîn , Iraqê û Îranê jî û heta welatên din ên wekî Tirkiyeyê ku destek û piştgirî daye wan.

Idlib beriya her tiştekî axa Sûriyeyê ye û ji alî dewleta tirk ve hatiye desteserkirin, hejmara leşkerên tirk li wê derê digihê derdora 20 hezar leşkerî, her wiha hejmara çekdarên komên çete û radîkal jî digihê 110 hezaran ku piraniya wan girêdayî rêxistina terorîstên El Qaîdeyê ne.

Wekî tê zanîn ev çekdarên behsa wan tê kirin piraniya wan di encama bazar û  lihevkirinên di navbera hikûmeta tirk û Rûsyayê de ji Humus, Hema, gundewarên Şamê û Helebê û gelek deverên din hatine veguhestin bo Idlibê.

Her çendî di demên derbasbûyî de rêveberiya Waşingtonê çavên xwe ji gelek tiştan girtin û van welatên ku destê xwe xistin nava kar û barên Sûriyeyê de xwestin ku bi rengekî ji bo berjewendiyên xwe sûdê ji wan çeteyan bigirin. Lê dawiya dawî stratejiyeke Amerîkayê heye û nahêle ku kesek zêde pê de here û ji derveyî senaryoyê ku li Rojhilata Navîn xêz kirine tiştek din bike.

Wiha xuya dike ku dê şerên giran û tevliheviyên mezin di destwerdana Idlibê de derkevin.