6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îran û Rojhilat bi sed hezaran xwendekar dest ji dibistanê berdane

Li Îran û rojhilatê Kurdistanê, ji ber hejarî û nebûna perwerdeya bi zimanê dayikê 900 hezar zarok dev ji dibistanê berdin.

Li Îranê, hejarî û nebûna perwerdeya bi zimanê dayikê dibe sedem ku bi sed hezaran zarok dev ji dibistanê berdin. Li gorî daneyên fermî yên Navenda Lêkolînan ya Parlamentoya Îranê, di nava 6 salan de hejmara zarokên ji refên xwe derneketine ji sedî 17 zêde bûye û sala borî zêdetirî 900 hezar xwendevan li Îran û rojhilatê Kurdistanê dev ji xwendinê berdane. Li gorî lêkolînê, di sala 2016’an de 777 hezar û 862 xwendekaran dev ji dibistanê berdaye û di sala 2022’yan de ev hejmar derketiye 911 hezar û 272’yan.

Sedemên herî li pêş ên devjêberdana xwendevanan a ji dibistanê hejarî, rewşa xirap ya darayî, cûdakariya desthilatê ye. Ji ber vê jî li parêzgehên ku asta bêkarî û hejarî lê zêdeye, rêjeyek zêde ya zarokan jî ji xwendinê dûr dixe. Herî zêde li parêzgehên Sîstan, Beluçistan, Xurasan, Rezewî, Tahran, Xuzistan, Urmiye û Kirmanê yên Îranê zarokan dev ji dibistanê berdane.

Bêparbûna zarokan a ji xwendina bi zimanê dayîkê jî yek ji sedemên herî girîng ê devjêberdana xwendinê ye. Li parêzgehên Sîstan, Beluçistan, Urmiye û Xuzistanê ku piraniya şêniyên wan Beluç, kurd, tirk û ereb in herî zêde xwendevan dev ji dibistanan ber didin.