3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nexweşê ALS’ê girtiyê nexweş Kûday nayê dermankirin

Girtiyê nexweş Abdûlkadîr Kûday ku ji sala 2018’an ve bi nexweşiya ALS’ê ketiye nayê dermankirin.

Li gorî daneyên Komeleyên Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehên Tirkiyeyê 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Wezareta Edaletê herî dawî têkîldarî girtiyên nexweş giştînameyeke ku ji 8 xalan pêk tê amade kir. Lê hê jî ji bo girtiyên nexweş tiştek nehatiye kirin û girtî nehatine berdan.

Abdûlkadir Kûday ku li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê girtî ye jî yek ji van girtiyan e. Der barê Kûday de di sala 2014’an de angaşta “xerabkirina yekitiya dewletê û xerabkirina yekparetiya welêt” li 2’emîn Dadgeha Cezayên giran a Mêrdînê doz lê hatiye vekirin. Beyî delîlan bi sûcdariya “kuştina bi qestî” cezayê muebbeta giran lê Kuday hatiye birîn.

Kûday ku dosyaya wî li Dadgeha Destûra Bingehîn e, di sala 2018’an de bi nexweşiyê ALS’ê (Amyotrofik Lateral Skleroz) ketiye. Parêzer Eda Onal, der barê rewşa muwekîlê xwe Kuday de ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî diyar kir ku muwekîlê wî demekê li girtîgehê bi tena serê xwe maye û piştre li ser serlêdanan girtiyê nexweş Serdal Yildirim ku bi felc e anîn gel wî.

Onal, destnîşan kir ku ji bo Kûday şert û mercên tenduristiyê nayên pêkanîn û wiha got: “Şert û mercên paqijiyê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nayên pêkanîn, ji ber vê Kuday li gel ku nexweşê ALS’ê ye paqijiya odeya ku lê dimîne ew bi xwe dike. rewşa Abdûlkadîr Kûday girantir dibe û divê dermankirina wî bi awayekî rekûpek were kirin.”