26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li meclisa Tirkiyeyê destûr nedan axaftina bi kurdî

Wekîlê Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Sureyya Sadi Bilgiç, axaftina Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu ya bi kurdî qut kir. Di niqaşên li ser butçeya  wezareta pîşesazî, teknolojî û wezareta karên hundir de rageşî derket. Dema parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu bi kurdî axivî, mîqrofon li ser wê hat qutkirin.

Surucu li kursiya meclisê, xwest balê bikişîne ser cezayê li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatiye birîn û bi kurdî dest bi axaftinê kir. Surucu bi kurdî axivî û wiha got: “Gelê me yê bi rûmet, axaftina bi kurdî, helbest û stranên bi kurdî, şanoya bi kurdî heta fîtika bi kurdî li vî welatî hate qedexekirin. Niha jî sûcekî nû ji bo kurdan hat afirandin. Govenda kurdî wekî sûc tê nişandan. Di vê pêvajoya dawî de Leyla Guven û 8 jinên girtî, bi hinceta bi kurdî stran gotine, ji wan re mehek cezayê hevdîtin û ragihandinê hatiye birîn. Sedama vê yekê jî dibêjin hebûna kurdî, stranên kurdî ewlehiya girtîgehê dixe talûkeyê. Em li vir ji gelê xwe dipirsin. Stranên bi kurdî çiqas ewlehiya girtîgehê tehdît dike? 3 roj berê jî li girtîgeha Rihayê hevalê me Mehmet Bînîcî…” Hîn Surucu axaftina xwe ya bi kurdî temam nekir, mîqrofon li ser wê hat qutkirin.

Surucu piştî mîqrofon li ser wê hat qutkirin bi tirkî bertek nîşan da û wiha got: “Hûn çima tehamul nakin ku ez li vir ez 3-4 gotinan bi kurdî biaxivim. Ev zimanê min ê zikmakî ye. Zimanê min ê zikmakî kurdî ye. Hinek tehamul bikin. Em kurd in, zimanê me kurdî ye. Dest ji vê polîtîkayê berdin.  Dest ji van qedexeyan berdin. Dest ji van polîtîkayên înkar û îmhayê berdin.” û bertekên xwe yên li dijî qedexeyê anî ziman.