5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbat li Riha Amed Wan û Sêmalkayê li edaletê digerin

Nobeda Edaletê ya malbatan li bajarên Riha, Amed, Sêmalka û Wanê didome.

Malbata Şenyaşar 279 roj in li ber xwe dide

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de êrişî ferdên Malbata Şenyaşar kiribûn. AKP’îyan sê ferdên malbatê hatin qetil kiribûn. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ji 9’ê adarê ve li ber Edliyeya Rihayê,  Nobeda Edaletê digirin. Nobeda malbatê di roja 279’emîn de berdewam dike.

Ji ber ku dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye, malbat li mala xwe ya li Pirsûsê nobeda xwe didomîne. Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Yên ku pişta xwe didin Kral yek bi yek dikevin. Dibe ku dewlet yên zilmê dikin efû bike, lê civak wan efû nake.”

Malbat li Amedê 27 roj in têdikoşin

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye û nayên berdan di roja 27’emîn de li Baroya Amedê berdewam kirin. Serdanên ji bo malbatan jî berdewam dikin. Rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên Amedê, endamên Meclîsa Şaredariya Bismilê yên HDP’yî serdana malbatan kirin.

Çalakvanên li Sêmalka 69 roj in didome

Çalakiya konvedanê ya li Dergeha Sêmalka ku bi armanca wergirtina cenazeyên endamên HPG’ê yên di kemîna hêzên PDK`ê û Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dan, 69 roj in didome. Rojane sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana çalakvanan dikin û piştgiriya xwe tînin ziman. Îro jî endamên Komîteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê serdana çalakvanan kir.

Nobeta Wanê di roja 4’an de didome

Li Baroya Wanê jî malbatên girtiyên nexweş ji bo girtî serbest bêne berdan dest bi Nobeda Edaletê kirine. Malbatên Îbrahim Alkan, Emrah Abî û Sînan Karel, ji bo girtiyên nexweş serbest bêne berdan 4 roj in Nobeda Edaletê li Salona Tahir Elçî ya Baroya Wane berdewam dikin.