26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xizaniya Başûr dewlemendiya Barzanî

Di rojên dawî de li başûrê Kurdistanê xwendekarên zanîngehan ji ber hikûmet mûçeyê wan nadin, çalakiyên girseyî li dar xistin. Bi hezaran xwendekar daketin kolanan. Rojnamegerê amerîkî Zack Kopplin, li ser mal û milkê malbata Barzanî lêkolîn kir. Di encama lêkolînê de Kopplîn, mal û milkê veşarî yê malbata Barzanî bi belgeyan derxist holê.
Rojnameger Kopplin di gotara xwe ya bi navê ‘Cowboy Drugstore’ (Dermanxaneya Kovboy) de ku di rojnameya The American Prospect’ê de Xanûmanên li Kaliforniya û Virginiayayê jî di nav de bigiştî buhayê 75 milyon dolar 4 mal û milkên veşarî yên li DYA derxist holê. Rojnameger Kopplin anî ziman ku ev mal û milkê malbata Barzanî yê li DYA’ê hatiye dîtin, tenê pareke biçûk e.Têkildarî mijarê Medya News’ê bi rojnameger Zack Kopplîn re axivî. Kopplin diyar kir ku malbata Barzanî li Dewleta Yekbûyî ya Amarîkayê (DYA) 4 şirketên mezin ava kirine.

Barzanî û şîrîkên wan

Kopplin li ser nelirêtiya li Iraqê 4 sal in dixebite. Nêzî 6 meh in li ser gotara ‘Dermanxaneya Kovboyê’ lêkolînê dike. Rojnameger Kopplîn, ewil peymanên di navbera şirketa leşkerî ya taybet a Amerikayê û şirketên Serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî el Malikî derxistin holê. Li ser vê têkiliyê xwe dighîne peymanên di navbera şirketên leşkerî yên Amarika û malbata Barzaniyan.

Dermanxaneya li Miamiyê

Kopplîn piştî xwe gîhand belge û qeydên şirketa ku navê Mesrur Barzanî li ser heye teyît kir ku ev şirket li perava turîstîk a Miamiyê hatiye avakirin û xwediyê Dermanxaneya Amarîkayê ye. Buhayê dermanxaneya navborî hêjayî 18,3 milyon dolarî ye.

‘Pere ji mûçeyan qut dikin’

Rojnameger Zack Kopplîn anî ziman ku li DYA’yê 4 milkên cuda yên malbata Barzanî hene û wiha got: “Li Kaliforniya, Beverly Hillsê 2 heb qesir (xanûman) hene. Li Virginia xanûmanek heye. Niha li Miamiyê der barê CVS (Dermanxanê) de agahiyên me hene. Ev mal û milkên malbata Barzanî tenê yên em dizanin. Tenê mal û milkê ku me dît hêjayî 75 milyon dolarî ye. Wekî din li Dubaî û cihên din ji qat bi qat ji vî malî zêdetir mal heye. Di qeydên ‘983 Washington Manager’ de navê Masrur Barzanî heye. Ev jî nêzî 50 milyar dolar serwet e. 150 sal berê ew qas milyar dolarên malbata Barzanî tune bû. Piştî bûn desthila ev pere ji mûçeyên mirovan qut kirin û kom kirin. Niha pêşmerge nikarin mûçeyên xwe bistînin. Xwendekar nikarin mûçeyên xwe bistînin. Ji mirovan re dibêjin ‘Perê hikûmetê tune ye’ lê kesên hikûmetê bi rêve dibin ew qas mal û milkê wan li derve heye. Ev çawa çê dibe?”
Di belgeya şirketa 983 Washington SB’yê de navê Muksî M. Barzanî xuya dike.
Kopplîn têkildarî înkara Serokwezîr Mesrur Barzanî ya di vê mijarê de jî wiha got: “Dema min nûçe çêdikir, min xwest xwe bigînim wan. Lê bersîv nedan min. Her kes dikare van çavkanî û belgeyan lêkolîn bike. Çiqas bixwaze jî nikare înkar bike.”